Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan careke din li qereqola Rûbarokê daye û nasnameya du gerîlayên li Dersim û Erziromê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh têkildarî çalakî û operasyonan daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî vê, di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de 25’ê Îlonê gerîlayan li dijî qereqola Rûbarokê ya li Şemzînana ser bi Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Gerîlayan 33 roket avêtin nîzamiye, kozik û avahiyên qereqolê, û di encamê de li nîzamiyeyê teqînek çêbûye. HPG´ê da zanîn ku wan nekaariya hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî zelal bikin.

Di daxuyaniyê de HPG´ê da zanîn ku gerîlayan derb li helîkopterên kobra jî dane û ev helîkopter ji herêmê vekişiyane.


Gerîla dijminên gel ceza dikin

HPG´ê da zanîn ku gerîlayan kontrayê bi navê Mahmût Bazencîr ê ku bi artêşa Tirk a dagirker re tevdigeriya û bûye sedema şehadeta gerîlayan, li gundê Dûgernanê yê ser bi Çewlikê ceza kiriye.HPG´ê wekî din da zanîn ku 17’ê Hezîranê di operasyona artêşa Tirk a dagirker a li devera Şenkaya ya ser bi Erziromê de di şer de bêyî ku hejmara tam bê zelalkirin, gelek esker hatine kuştin û birîndar kirin û di heman şerî de şerî de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye. HPG´ê nasnameya gerîlayê pakrewan wiha eşkere kir: Hakî Arî (Yasîn Atsak) ê li Wanê ji dayik bûyî.

HPG´ê wekî din da zanîn ku 19’ê Îlonê gerîlayekî bi înîsîyatîfa xwe li dijî qereqola Kirmizikopru ya Pulumurê ya Dersimê xwestiye çalakiyekê li dar bixe, lê beriya çalakiyê rasta eskeran hetiye û di şer de jiyana xwe ji dest daye. HPG´ê nasnameya vî gerîlayî jî wiha eşkere kir: Yilmaz Amed (Riza Çaçan) ê li Amedê ji dayik bûyî. 


 ANF / BEHDÎNAN