Di van rojên dawî de ku dijminê gelê Kurd jî newêrin devê xwe vekin û behsa serketina Kurdan bikin, hinek ragihandin, gotin û dij-propagandayên wan têra hezar dijminan dike. Xiyanet belkî jî peyva herî guncaw e ji bo van ragihandinan. Di serî de ji bo Başûrê Kurdistanê şermeke mezin e ku navendeke wek Rûdawê tê de bi serbestî weşanê dike. Ne tenê ji bo Başûr ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ku Rûdaw li wir weşanê dike, şermek mezin û rûreşî ye. Rûdaw nabe ku tenê wek saziya hinek kesên bêalî bê naskirin. 

Li pişt Rûdawê sermayeya cihanî ku dike civaka Başûr û tevahiya Kurdistanê di nava pergala xwe de bihewîne, heye. Li pişt Rûdawê kuştina jin û hemû takên civaka Kurd veşartiye. Rûdaw ji bo ku Kurdan bike aşiqê Emerîka û welatên Ewrûpî, ji xwe dûr bixe û ber bi wan ve bibe, bi roj û bi şev kar dike. Rûdaw ji bo Tirkan bike nijada herî baş û bi ser Kurdan re, Tirkan û bi taybetî hikûmeta wê li pêş çavê Kurdan şîrîn bike, hatiye damezrandin. Rûdaw dewama siyaseta asîmîlasyon û înkarê ye ku bi salan Tirkan da meşandin. Bi hêza pere ya sermayedariyê wek levîatanekî dike ku hemû civaka Kurd daqurtîne, lê hêjî ji vê têr nabe. 

Rûdaw di encama lihevkirina çend aliyên bihêz de çêbûye. Ji bo wê jî dibêjim, tenê nabe bi şexsan were naskirin. Ew kesên plana Rûdawê li Başûr û tevahiya Kurdistanê danîne, noker û kûçikên ber deriyê efendiyên xwe ne. Ji bo wan bazar bazar e, nirx çawa be, çiqas be ne girîng e. Li gorî hemû parçeyên Kurdistanê weşana wê ya taybet heye. Xeta xwe ya weşanê li Bakûr ji Tirkên spî digire, li Rojhilat ji faşîzma meleyan digire, li Rojava jî dîsa li gorî siyasetên dagirker û terorîstan tev digere. 

Rûdaw di van rojên dawî de nûçegihanên xwe dişîne Girê Spî ku divê hemû ciwan bala xwe bi tenê bidin ser nûçegihanê Rûdawê. Kurdan ha bi DAIŞ’ê re şer kir ha bi xeta Rûdawê re, ha bi Tirkan û rejîma Îranê re şer kir ha bi Rûdawê re. Berdevkiya hemû xayîn, dagirker û nokeran dike. Girê Spî li pêş çavê hemû cîhanê ji destên çeteyên herî hov rizgar bû. Lê Rûdawa ku xeta wê ya weşanê raste rast bi destê MIT û Îtilaata Îranê diyar dibe, li pêş çavê herkesî bêşermane diçe bi gundiyên Ereb ên Girê Spî re hevpeyvînê dike û ji wan dixwaze ku bêjin DAIŞ pir baş bû, elektirîk û înternet dida me lê YPG’ê mala me wêran kir û şewitand. Werin ji xwe re li vê sosretê temaşe bikin ku hemû Kurd û cihana çapemeniyê bi taybet li Başûrê Kurdistanê li hember van bêdeng in. Hemû weşanên Rûdawê bi armanca kuştin û tinekirina hestên azadiya gelê Kurd in. Rûdaw dixwaze lêgerînên azadiyê li Kurdistanê bifetisîne û li şûna wê koletiyê bi cih bike. Em wek xebatkarên çapemeniya azad divê li hemû parçeyên Kurdistanê, weşanên qirêj ên Rûdawê asteng bikin. Rûdaw deqa reş e li ser weşana azad.