
Piştî ku komeya alîkariya Êzîdiyan Yazda hat girtin, çapemeniya PDK kete nava hewldanên rewa nîşandana vê kirinê. Rayedarên Yazdayê pêr dan zanîn ku avahiya wan a Dihokê piştî biserdegirtina hêzên asayişa PDK´ê bêyî ku ti sedem were nîşandan, hatiye girtin. Komeleyê da zanîn ku tevahiya karûbarên wan ên insanî jî bi vê yekê hatine rawestandin. Li ser vê yekê nerazîbûn ji civaka navneteweyî û civaka Êzîdî û Kurd jî derketin pêş.
Lê belê PDK´ê der barê mijarê de ti daxuyaniya fermî neda. Piştî ku qasida niyeta baş a NY´yê Nadiya Murad a ku Yazda nûneriya wê dike jî ev kirin rûreş kir niha çapemeniya PDK´ê û nexasim jî Rûdaw dest bi hewldanên rewanîşandana vê kirina dij-demokratîk û li dijî yekîtiya miletê Kurd kir.
Di beşa Ingilîzî ya Rûdawê de bi sernavê "Hikûmeta Herêmê dibêje, Yazda ketina nav 'çalakiyên siyasî' yên qaîdeyên Rêxistinên Sivîl bin pê dikin" nûçeyek hat weşand. Nûçe behsa bêyî sedem nîşandan girtina avahiya komeleyê ya li Dihokê dike û dibêje, li ser mijarê ew bi Dr. Dîndar Zêbarî re ku serokê Komîteya Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê a Nirxandin û Bersivdayîna Raporên Navteweyî re peyivîne. Zêbarî îdîa dike ku Yazda ji ber ku ji sînorên qaîdeyên karûbarê Rêxistinên Sivîl bihuriye, hatiye girtin û îdîa kir ku komele hatiye hişyarkirin.
Lê belê em di cih de pê dihisin ku ev ne rast e, lewma rêveberiya Asayîşa Dihokê dibêje, haya wan ji ti hişyarkirinan nîne, bi ser de jî Rêveberê Beşa Rêxistinên Sivîl a Hikpûmeta Herêmê Ekrem Cemo jî dibêje, haya wî ji ti hişyarkirinê nîne, "belkî walîtiya Dihokê komele hişyar kiribe". Bi her halî wî îdîa kiriye ku çi dibe bila be "destûra Yazda za kar bihuriye" û her Rêxistina Sivîl divê destûra xwe ya xebatê dirêj bike.