Li ser avakirina gotarên siyasî û civakî û li ser afirandina rastî û heqîqetan bi rêya van gotaran çend hefteyan li ser hev min nivîsand. Ji bo serketîbûna van gotaran, min îşaret bi giringiya elaqeya wan bi bingehekî rastiyên li cihê cih jî kiribû. Hefteya bihurî bûyerên bi wî rengî qewimîn ku dema mirov li dîrokê dinihêre nikare di nava nîvsedsalekê de jî texmîn bike ku biqewimin.
Bûyera ku pêşî dixwazim navê wê hildim ya rizgarkirina Reqayê ye. Paytexta tarîtiyê hilweşiya û cihê xwe ji hêviyê re hişt. Ya din jî hêzên Iraqê di nava şevekê de ketin Kerkûk, Şengal, Deşta Nînovayê û gelek navçeyên van deveran jî ji destê kontrola hêzên Başûrê Kurdistanê derket û ji aliyê Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê ve hat dagirkirin.
Ez ê pêşî berê awirên xwe bidim bûyera dûyem. Tişta qewimî bi her halê xwe felaketek bû. Destketiyên Kurdan bi ên bêhtirî deh salan bi carekê ji dest çûn. Di rastiyê de diviyabû gotareke bi sihet a ji bo parastina xelkê Kurdistanê, bi paşveanîna destketiyan û li ser şaşiyan bihata kirin. Ango siyaseta şaş, gotara siyasî a şaş, dîplomasiya şaş, aboriya şaş. Ji bilî van diviyabû bingehê sereke ê van şaşiyan bikete ber lêpirsîneke cidî a civakî-siyasî. Ev neqewimî, li şûna wê hesabê partiyan, nexasim jî yê PDK'ê yê xwe şûştina ji berpirsiyariyê derkete pêş. Jixwe, çapemeniya ser bi PDK'ê di meseleya rastiiyên xeyalî de êdî ji herkesî bihurî. Muhtemelen li dinyayê kêm mînakên wê, wê hebin. Ev bi zanîn hatiye kirin. Hem di dema jidestdana herêm û bajarên di destê hezên herêma Kurdistanê de û hem jî di kêliyên piştî wê de dezînformasiyona bi rê ve çûyî bi serê xwe gunehekî mezin bû ku li dijî xelkê xwe ji civaka Kurd dihesibîne. Hem bikaranîna gotara xiyanetê li dijî aliyekî heman hikûmeta şikestî, hem jî bi heman gotarê gunehbarkirina hêzeke bi temamî li derveyî meseleyê ango PKK'ê jî bi temamî ji bo weke PDK û muhtemelen malbata Barzanî ji dest bernedana desthilatiya li ser Duhok û Hewlêrê ye. Naxwe bi çend sedek gerîlayên ku bi tecrûbeya xwe ya şerî û bi dilsoziya xwe ya siyasî dikarîn, tenê di parastina bajêr de alîkar bin, di dewra siyasî ya PKK'ê û gerîlayên HPG'ê li deverê destketî ji dest çûyî nîne; jixwe wan jî hewl da li çend cihan xetên parastinê deynin.
Rûdawê ji bilî vê weke ku di fermana 2014'an a li dijî Şengalê de kiribû, bi derewan pêşmerge ajot çeperên pêş, bajar û navçeyên ji dest çûyî di xeyal û dinyayên derewîn de ji nû ve bi dest anîn. Bi operasyoneke nîvê şevê ya xeyal û derewan Rûdawê Kerkûka di rojekê de ji dest çûyî, fetih kir. Ev dezînformasyona hanê ne çêkirina tegînan e û ne jî afirandina heqîqetan e. Berovajî, ev bêbingehkirin e û ji maneyê xalîkirina gotaran e. Bi temamî li ser esasê dûrkirina ji gotara pêwîst a civakî û siyasî ye. Çiqasî serketî be, ew ê ewqasî li zerara miletê Kurd be. Ew ê miletê Kurd dûr bike ji rastiya pêwîstiya afirandina çerxên xweparastinê, çerxeke aborî ya xweseriya xwardemeniyê misoger dike, çerxeke siyasî ya ku beşdariya hemû kom û rengên civakî misoger dike.
Em vegerin ser meseleya rizgarkirina Reqayê. Kesê ku Reqa rizgarkirine tenê Kurd in. Kurdan û Ereban bi hev re ev bajar rizgar kir. Hêzên koalîsyonê û pirraniya medya cihanê ya dûrî nijadperestiya Tirk û şovenîzma Ereb, ev yek weke serketineke mirovahiyê dît û kêfa xwe jî anî. Lê di nava wan de meqaleyeke di The Econimistê de hatî weşandin jî, hinan behsa xeyaleke alternatîfa rastiyê dikir. The Economistê 21'ê mehê di meqaleya xwe de behsa kêmbûna hejmara şervanên QSD'ê dikir ji bo parastina erdên di bin kontrola wê de. Wê behsa "bi dehan gundên Ereban" ên bierdê re kirî yek dikir, behsa girtina "mixalifên" Kurd dikir û îdîa dikir ku ew ê rê li ber derketina holê a tundrawiyeke nû ya Erebên Sunî veke. Ji bo van îdiayan jî "aktîvîstên" wê yên bê nav hebûn. Ew aktîvîstên ku eskeriya îcbarî û parastina civakê bi destê asayîşê bi tenê weke "otorîteya bêwicdan" bi nav dikirin. Heman aktîvîstan li aliyekî li Hesekê bikaranîna bernameyeke nû ya perwerdeyê rexne dikir ji ber ku gelekî siyasî ye, li aliyê din rexne dikir ku bernameya perwerdeyê ya berê li Reqayê bimîne, bi şertê ku naveroka Baesê jê were birin.
Behsa gundên bi erdê re kirî yek û şerê dema sala 2014'an dike, ku rayedarên hingê yê rêveberiya Rojava gotibûn, îstîsna ne û bersiv dabûn raporên HRW'yê ku xwediyê îdîayê bû û nikarîbû îdîya xwe dewam bike û paşê qebûl kiribû ku rêveberî di vê mijarê de êdî gelek baldar û bi dîqet e. Ango ev maqaleya hanê peywendên demê û têkiliya bûyeran jî bi zanîn bi hev re danayne. Ew çiyê din dike? Ew mînaka Minbicê nabîne û îdîa dike ku Ereb tên wêdetirkirin, ewêdinkirin. Vê jî bi zanîn dike. Armanc eşkere ew e ku platformekê ji wan "aktivîstên" bê nav re biafirîne ku tercîh dikirin, DAIŞ û El-Qaîde hukm li ser xelkê bikin û hem ji bo xelkê deverê û hem jî ji bo xelkê cîran bibin gefeke mezin.
Li şûna encameke kurt ez dikarim bibêjim ku ne xeyal-rastiya Rûdawê a ji bo PDK'ê dikare ser rastiyan bigire û ne jî antî-heqîqeta The Economistê ku tenê bûye platformeke koma derewên li dijî projeya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, dikare ser Serketina Cenga Mezin a mirovahiyê bigire. Ya dawiyê deriyê hêviyekê vekiriye û dikare bi avakirina neteweya demokratîk, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya herêmê alternatîfeke insanî biafirîne ku aştî, wekhevî, bihevrejiyana gelan û civakan misoger bike.