Newroz a roja hebûnê, yekîtî û berxwedan a Kurda ye îsal di bin êrişên giran de tê pîrozkirin. Yek ji Newrozên dîrokî yên gelê Kurd wê Newroza 2017’an be. Newroz a ji bo gelê Kurd roja berxwedana li dij zilmê ye, her wiha di dema herî tarî û bêhêvî de bûye roja raperîna Kurdan. Di ruhê Newrozê de zor û zehmetî çiqasî mezin bin bila be, nirxên ku îradeya bexwedanê derdixin hene. Heta ku Newroz mîna çand û nirxekî hebûna xwe bidomîne wê ji bo Kurdan bêhêvîtî tine be. Hebûna Newrozê bi serê xwe hêvî ye, berxwedan e. Newroz, roja dîroka Kurd, hesta Kurd û nirxên wê bilindkirin e. Ji ber vê yekê mîna rojeke ji rêzê nabe nêzîkbûn ji bo Newrozê were nîşandan. Newroz rojeke wisa ku hemû nirx kom dibin, bilind dibin û li ser heman bingehî dibin xwedî enerjî, feyz û hêza ku karibe hemû astengiyan derbas bike. Ji ber vê yekê jî ne mimkûn e ku pîrozkirina Newrozê û hêza gel a bi rûhê Newrozê diafire karibe were asteng kirin. Ji bo Kurdan Newroz kevneşopiyeke ku hebûna Kurdan tê bibîranîn û rastiya jiyîna hemû nirxên Kurda ye. Newroz, roja ku Kurd hebûna xwe bi hemû nirxên xwe re radixin ber çava ye. 

Her weke ku mîna cejnê tê pîrozkirin jî, tê wateya roja têkoşînê ya parastina van nirxan. Li vê erdnîgariya zahmet a Rojhilata Navîn Newroz bi nirxên berxwedêr ê di rûhê xwe de hebûna xwe domandiye. Kurdan bi Newrozê hebûna xwe mayinde kirine, Kurdan bi hebûna xwe Nerwoz jiyandine. Newroz bê Kurd, Kurd bê Newroz nikarin bijîn. Hebûna wan girêdayî hev e. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd di Newrozê de radibe ser piyan û hem hebûna xwe radixe ber çavan, hem jî her salê nirxên nû li Newrozê zêde dike û wê derbasî siberojê dike. Di roja Newrozê de Kurd, ji aliyê neteweyî, çandî û nirxên civakî ve bi aliyê xwe yê herî bihêz re radibin ser piyan. Bi vê yekê re jî mîna rojeke ku hebûna Kurdan misoger dike û bihêz dike ku bûye parçeyekî herî bingehîn ê hebûna Kurdan. 

Mîna roja ku Kawayê Şoreşger li dij Dehakê zalim ala serhildanê bilind kiriye her demê ruhê xwe yê serhildana li dij zilmê parastiye û di pêvajoyên herî zor û zehmet de mîna roja berxwedana ku hebûna Kurdan afirand di dîrokê de cihê xwe girt. Di salên 70’yî de polîtîkayên tevkujiyê yên li ser Kurdan heta radeyekê encam girtibûn, Kurd ber bi tinebûnê ve biribûn. Di wê pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurd bi pîrozkirina Newrozê, zindîkirina ala Newrozê re karakterê Kurd ê berxwedêr careke din zindî kir û rakire ser piyan. Ev karakterê ku ji bo Newrozê hate qezenckirin li zîndana Amedê di bin faşîzma 12’ê Îlonê de rola xwe ya dîrokî leyist. Dema hate xwestin di kesayeta girtiyên PKK’î de hêviya jiyana azad a Kurd di bin betonê de wenda bikin, ruhê newrozê, bi Mazlûm Dogan û sê darikê kuftikê çirûska berxwedanê ya derket, careke din nîşan da ku ruhê berxwedanê yê Kurd e. Çirûska ku vî karaktêrê berxwedanê yê Newrozê derxist, bi berxwedana zîndana Amedê faşîzma 12’ê Îlonê têk bir û îradeya jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd bihêz kir. 

Di salên 90’î de serhildanên ku gelê Kurd rakire ser piyan di merasîmên cenazeyên şehîdan û rojên Newrozê de pêk hatin. Li seranserê Kurdistanê serhildanên dîrokî pêk hatin. Newrozan vejîna Kurd pêk anîn. Heger di roja me de rastiya gelê berxwedêr derketibê holê, rola serhildanên vejînê yên di Newrozan de pêk hatin diyarker e. Rêber Apo digot bi van serhildanan re şoreşa demokratîk, şoreşa neteweyî û şoreşa çandî pêk hatin û tesbîta, “Vejîn qediya, dor a rizgarbûnê ye“ dikir. Ji ber van serhildanên vêjînê gelê Kurd mîna “Gelê Newrozê“ pênase kir. 

Piştî komploya navneteweyî jî di Newrozan de gelê Kurd bi sedhezaran qadên Newrozê tije kirin, li Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd xwedî derket û di vala derxistina polîtîkayên tasfiyeyê yên komploya navnetewî de roleke girîng leyist.  

Dema Rêber Apo li ser nigehê paradîgmaya nû nêzîkatiya çereseriya demokratîk pêşxist de, sedhezar, mîlyonên ku qadên Newrozê tije kirin li vê yekê xwedî derketin. Newroz vergerandin kongreyên gel, xeta siyasî ya Kurd û îradeya bexwdanê di wan de hate nîşandan. Qadên Newrozê, di dema ku êrişên herî giran li ser gelê Kurd hate meşandin de karakterê bexwedêr; îradeya pêkanîna pêngavên şoreşgerî ên di pêvajoya têkoşîna siyasî de derxist û biryardariya xwe ya di jiyana azad û demokratîk de nîşan da. 

Gelê Kurd ev du sal in di bin êrîşên giran ên tevkuiyê ku ji aliyê desilatdariya AKP-MHP’ê ve tên kirin de ye. Desilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze têkoşîna azadiyê tasfiye bike, îradeya gelê Kurd bişkîne wan biçewisîne û bi vê yekê re polîtîkayên tevkujiyê yên li ser Kurdan tên meşandin bigihîne encamê. Li dij van êrîşan bawerî, îrade, berxwedan û helwest a pêwistiya gelê Kurd pê heye wê li qadên Newrozê were nîşandan û helwesta berxwedêr a Kurd wê careke din bi rûhê Newrozê rola xwe bileyize. Ev êrîş tev careke din wê bi karakterê berxwedêr ê Newroz werin şikandin û têkoşîna jiyana azad û demokratîka Kurd dîse wê bi rûhê Newrozê bi serkeftinê were tacîdar kirin. 

Newroza 2017’an wê bibe roja nîşandana hêrs û tepkiya li dij êrişên AKP-MHP’ê; li dij rûxandin û şewitandina Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Sûr, Sîlopî û Hezexê, qetilkirina bi sedan sivîl û ciwanên Kurd wê bibe roja nîşandana helwesta Kurd; wê bibe roja ku wê were nîşandan ku îradeya jiyana demokratîk û azad a Kurd nayê şikandin.   Gelê Kurd ku di Newrozê de hestên neteweyî, hestên berxwedanê derdixe asta herî jor, zext di çi astê de bin bila bin wê bi deh hezaran, sedhezaran qadan tije bike, her taxê her kolanê wê wergerîne qada Newrozê û helwesta xwe li dij faşîzma AKP-MHP’ê careke din raxe ber çavan.