Têkoşîna Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li mergên pêş, tevlîbûna ciwanên Kurd û sekna gelê Kobanê ya berxwedêr her roj berxwedaniya Kobanê zindî dike.
Rojên berxwedaniyê jiyankirin, kêliyên zêrînin û şensekî mezine mirov her roj bibe şahidê wê. Rojên berxwedaniyê yên Kobanê bêwate û asayî derbas nabin. Eger mirov bigere mirov di kolaneke bê mirov de wexta di cadan de dimeşe dikare şopên berxwedaniyê di her ziraviyekê de bibîne. Ji xwe jiyankirina her mirovekî di vê berxwedaniyê de dîrokek e. Çavên te hemû dîmenan dibîne, guhê te her tiştî dibihîze û canê te her roj bi xaka Kobanê ya pîroz tê şûştin. Wexta ez destê xwe didim xaka Kobanê bêhna min ferehdibe mîna ku di navbera me de hevaltiyeke bi dilsoz û semîmî heye. Ez dikarim bi wê axê re her tiştî parvebikim. Axa pîroz min dikişînê xwe û ez her dixwazim pêxwas bimeşim an jî axê têxim destê xwe de û pê şabibim.
Dilsozên azadiyê
Di vê berxwedaniyê de hevaltiyeke bi wate tê avakirin. Bi taybet di eniyên pêş ên berxwedaniyê de. Tu çend demjimêran li eniyên pêşbimîne hemû Şervanên YPG’ê, YPJ’ê û yên herêmî dibin hevalên te yên jidil. Hemû kêlî û wextê tu bi wan re derbas dike ji bo te dibin bîranînên nemimkine werin jibîrkirin. Ew Şervan dibe ku birîndar bibin an jî şehîd bikevin û dibe ku tu careke dîtir wan bibîne, lê belê dîtina wan ji te re dubare nayê, şehadet û birîndariya wan jî pîroz e û bi destê herkesî nakeve ku ji bo welatê xwe şehîd bikeve.
Hemû Şervanên niha di çeperan de ne soz dane ku heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li berxwe bidin û ev soz di rûkeniya wan, di moralê wan, di heyecana wan a çûyîna ser êrîşên çeteyên DAIŞ ê de bi her awayî diyardibe. Mirov naxwaze ji Şervanê YPJ’ê û YPG’ê dûrbikeve. Tu dixwaze hemû wextê xwe bi wan re parvebike. Di wan şert û mercan de gotin û rûkeniya wan ji te re dibin mamosteyên herî şeraz e. Te fêrdikin di şert û mercên zor de tu çawa bijî û çawa rûkeniya xwe biparêz e.
Vîna berxwedêr sînoran nas nake
Ji her deverê hatina xortên Kobanê û ciwanên Kurd ên perçeyên Kurdistanê perçek ji berxwedaniyê ye. Her roj bi dehan ciwan tên û tevlî berxwedaniya Kobanê dibin. Xwe li sînoran dixin û ne leşkerên Tirk ne jî kesek dikare li pêşiya wan bibe asteng. Ew heyecana wan a çûyîna cebhê perçek ji herikandina jiyanê ye. Hertim gotina ` ez kê biçim cebhê di devê wan de ye.`Heyanî neçin cebhê hedara wan nayê. Piştî ku perwerdeya leşkerî dibînin derbasî cebhê dibin.
Gelê Kobanê jî perçek ji vê berxwedaniyê ne. Her çiqasî çeteyên DAIŞ ê û leşkerên Tirk bi ser wan de tên ku dev ji xaka xwe berdin lê belê gel dev ji xaka xwe bernadin. Di bin fîşekan de jiyanê avadikin. Jin ji çolê qirşikan komdikin û xwarinê û nan dipijînin, hemû şert û mercên zehmet tehemul dikin lê belê hêviya wan a jiyanê xurte. Ev hêvî di çavên zarokan û di rûkeniya wan de diyare. Zarok di van şert û mercan de dev ji lîstkên xwe bernadin û dilê wan geş e.
NEHÎR PALE/KOBANÊ