Dêrikê 14 şehîdên li gundê Sermisaxê şehîdbûyî bi merasîmeke mezin spartin axê; di merasîmê de peyama şehîd rûmet in hat dayîn.
Minbic û Reqayê jî 5 şehîdên xwe oxir kirin; li Reqayê peyama, bi saya şehîdên berxwedana Rûmetê wê dagirkerî li axa Sûriyê nemîne hat dayîn.
Li Dêrikê 14 şehîd, li Minbicê yek jê xiyabî 2 û li Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bioxirkirin. Li Qamişloyê xelk malbatên şehîdan tenê nahêle û diçe serdana wan. Di merasîman de şehîd weke Rûmeta mirovahiyê û ya Kurdistanê hatin binavkirin.
Bi hezaran şêniyên Dêrikê li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê wergirtin. Ev şehîd jî Ebdulselam Hesen( Harûn Çiya), Sefqan Mûsa (Sefqan Dêrik), Masûm Mecid(Botan), Melik Mihemed (Botan Ceger), Sabrî Ebdulrehman (Xebat Dêrik), Besil Şawêş (Mîtan Qehreman), Îbrahîm Hesen (Egîd Dêrik), Ridwan Mihemed (Kortayî Amed), Rohlah Tirnsa (Şahan Melekşah), Cîhan Atîk (Bahoz), Ozkê Aydin(Ceren Konîş), Umran Fêrnta( Yasîn Aydin), Gûzel Altunuz(Aynur Ada) tevî cenazeyê şehîdê sivîl Serxwebûn Elî ne ku li gundê Sermisaxê yê ser bi navçeya Girkê Legê şehîd bûne.
Piştî wergirtina cenazeyên şehîdan, şênî çûn Goristana Şehîd Xebat. Li goristanê bi navê Rêvebeiya Xweser Heyva Erebo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.
Heyfa got, “Berxwedana Rûmetê ya QSD´ê li tevahiya cîhanê deng vedaye.” Wê ew weke rûmeta cihanê jî bi nav kirin, her wiha bêdengiya cîhanê li hember kiryarên dagirkeran şermezar kir û got, redkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewriyên Tirkiyê delîla mezinkirina asta têkoşînê ye.
Piştî wê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameyên şehîdan xwendin û bi lîrandina dayikan û gotina dirûşmên silavkirina QSD´ê radestî malbatên wan kirin.
Qamişloyî malbatên şehîdan tenê nahêlin
Şêniyên Qamişloyê jî sersaxî ji malbatên 8 şervanên QSD´ê û YPJ`ê re xwestin ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne.
Ji bo şervanên Berxwedana Rûmetê, Hessan El-Ilêwî (Enes Qamişlo), Yunis Emîr (Bahoz), Besil Hisên (Şepel Hezokî), Ehmed Ebid El-Ilêwî (Awaz Rustem), Şêrzan Xelîl (Xelîl Qamişlo), Silêman Mihemed (Elî Şêr), Şemdîn Hermîsî (Delîl Qamişlo) û şervana YPJ`ê Zûhat Kaya (Azda) yên meha Mijdarê şehîd bûn, merasîmê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajêr jî çûn konê sersaxiyê û wan ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Konê sersaxiyê bi wêneyên 8 şehîdan, alênYPJ, YPG û QSD‘ê hate xemilandin.
Serdana şêniyan heta êvarê dewam kir.
Şehîdên Minbicê spartin axê
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Husên (Mihemed Minbic) û Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbic), 7`ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed Husên (Mihemed Minbic) ji pêşiya nexweşxaneya Firat wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajarê Minbicê ve birin. Li goristanê li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Ebdulrehman El-Benawî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevseroka meclîsê Henadî Mihemed û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê endamê dîwana Meclîsa Zagonsaz Cumaa axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Ji bo şehîd Berq Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbic) jî merasîma xiyabî hat kirin. Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeya herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Reqayê şehîdên xwe bi oxir kirin
Bi sedan kesî cenazeyê şehîdên Berxwedana Serdemê Hemo El-Casim, Elî Hisên (Girboz Reqa) û Hisên Hemdan (Goran Kobanê) bi merasîmeke girseyê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê spartin axê.
Li ser navê meclisên xeta gundewarên bakurê Reqayê, hevserokê Meclisa Til Semin Ebdulrehman axivî û got, “Sûriya kanî ye ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çavê xwe berdanê. Lê bi saya şehîdên rûmetê wê dagirkerî di axa Sûriyê de nemîne.”
Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN