Hêzên dewletê yên ku nikarin li Cizîr û Sîlopiyê berxwedana gel bişikînin vê carê jî li navenda Şirnexê êrîşî taxa Dîcleyê kirin. Tîmên taybet ên bi wesayîta zirîhpoş tax gulebaran kirin 2 kes qetil kirin. Nasnameya kesên qetilkirî nehat zanîn.
Gelê Şirnexê jî ji bo rakirina cenazeyan heta saeta nûçe dihat amadekirin jî li ber xwe dida. Bi berbanga sibehê re ji hemû taxên Şirnexê bi hezaran kes herikîn kolanan û bi gotina dirûşmên "Şehîd Namirin" dest bi meşê kirin. Girseyê ji hêzên dewletê xwest ku cenazeyan radestî wan bike.
Lê belê hêzên dewleta Tirk êrîşî girseya gel kir. Berxwedana gel a ji bo rakirina cenazeyan dewam dike. Hat zanîn ku di êrîşên dewletê de li vir jî zarokekî 16 salî birîndar bûye.
'Biçin taxa Dîcle'
Însiyatîfa Gel a Şirnexê jî ji bo rakirina cenazeyên 2 ciwanên ji aliyê dewletê ve qetilkirî, bang li gel kir. Însiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Gelê Şirnexê yê ji bo xwedîderketina li xwerêveberiya li Cizîr, Silopiya û Sûrê rabû ser piyan, rastî êrîşa hovane ya çeteyên AKP'ê hat. Çeteyên AKP'ê bi vê êrîşa xwe 2 ciwanên sivîl qetil kirin. Gel hewl dide cenazeyên li naverastê rake, lê çeteyên AKP'ê bi awayekî bêperwa êrîşî gel dikin. … Gelê me yê ku wehşeta li Haci Lokman Bîrlîk kirî ji bîr nake û dubarekirina vê jî weke bêrûmetiyê dibîne, divê bi ruhê serhildanê li ber xwe bide û biherike taxa Dîcleyê."
ŞIRNEX