MURAT SEKMEN


Peyva ‘qirkirin’ wek jiholêrakirina netewe, cureyên zindiyan, nêrîna siyasî, ol û rewşa civakî tê pênasekirin. Hovîtiya li Enfalê pêk hat jî di bingeha xwe de jiholêrakirina Kurdan e.

Di ser Komkujiya Enfalê re ku bajarê Helebceyê jî parçeyekî wê ye, 29 sal derbas bûn. Di vê qirkirina civakî de ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat, li gorî daneyên fermî 5 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên ku piştre hatine kirin, 182 hezar mirov bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Bi deh hezaran kes birîndar bûn, di nava van salan de bi sedan zarokên ku hatin dinê, tev seqet hatin dinê. Piştî ku di navbera Iraq-Îranê de bi salan şer dewam kir, di sala 1988’an de Sedam Huseyîn gazên kîmyewî avêtin Helebceyê û ev wek Komkujiya Helepceyê tê binavkirin. Di serkêşiya Sedam Huseyîn de di sala 1986 û 88’an de li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê tevgera ‘El-Enfal’ hat destpêkirin û ev jî bi hinceta ‘tepisandina raperîna Kurdan’ hat pênasekirin. Sedam bi vê tevgerê wekî dewleta Tirk qirkirina Kurdan da pêşiya xwe û sûcê mirovahiyê pêk anî.

Berî êrîşa Kîmyewî

Sedam Huseyîn di navbera 23’yê Sibat û 16’ê Îlona 1988’an de bi navê El-Enfal operasyoneke mezin da destpêkirin, rejîma Îranê jî li hemberî vê tevgerê di meha adarê de Tevgera Serkeftinê-7 da destpêkirin. Pêşmergeyên girêdayî Yekitiya Niştimanê Kurdistan (YNK) jî ji bo ku piştgiriyê bidin artêşa Îranê, li bajarê Helebçeyê ketin nav tevgerê. Sedam Huseyîn jî ji bo êrîşên Îranê bide rawestandin, ferman da Kîmyasal Elî (Elî Hasan al-Mecîd- al-Tîkrîtî) ku gazên kîmyewî bi kar bîne. 16’ê Adara 1988’an bi fermana Sedam re qirkirina Kurdan di 16’ê Adara 1988’an de bi balafirên MIG-23 dest pê kir û bi ser bajarê Helebceyê de gazên kîmyewî hatin barandin. Di kîmyabaranê de leşkerên Îranê û pêşmergeyên YNK’ê jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir mirov hatin qetilkirin, ji 7 hezaran zêdetir kes jî birîndar bûn. Piştî şer lêkolînên ku ji hêla saziyên biyanî ve hatine kirin, hejmara kuştî û birîndaran qat bi qat zêdetir bûn.

Agirbesta dualî

Di 19’ê Tebaxa 88’an de di navbera Iraq û Îranê de agirbestek hat îmzekirin. 5 roj piştî agirbestê artêşa Iraqê ket Helebceyê û ji 200 kesî zêdetir mirov qetil kirin. Hîndekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Fûat Baban di axaftineke xwe de aşkera dike ku zarokên piştî komkujiya Helebçeyê tên dinê, di aliyê astengdariyê de 4-5 caran ji rêjeya Hîroşîma û Nagazakiyê zêdetir e. Lê Emerîka ji bo ku vê rastiyê înkar bike, ket nav lîstikên dijexlaqî.

Komkujiya Şêxan 

Komkujiyên Sedam bi Helebceyê re sînordar nîn in û bi dehan komkujiyên din jî dikarin bên rêzkirin. Tenê 6 meh piştî Komkujiya Helebceyê, di 25’ê Tebaxê de bi hezaran kal, pîr, jin, zarok û ciwanên ji ber kîmyabaranê revîbûn û xwe spartibû bakurê welat. Li Newala Şêxan a teng bi cih bûbûn. Ev newal kûr, teng û dirêj e. Bi qasî 3 hezar Kurdan xwe spartibû vê newalê. Hêzên Sedam xwest vê newalê bombe bikin. Lê ji ber ku newal teng bû, balafiran nikaribûn bikevin newalê. Piştre gazên jehrî avêtin newalê. Di nava 10-15 deqîqeyan de ji 3 hezaran zêdetir Kurd hatin qetilkirin. Piştî çend rojan bandora gaza kîmyewî di newalê de kêm bû û hêzên Sedam bi dozer û kepçeyan ketin newalê û hemû cenaze bi komî binax kirin.

Rûreşiya dewletan  

Her çendî Sedam bi komkujiyên di salên 1983-84 û 88’an de li dijî mirovahiyê sûc kiriye, bi qasî wî dewletên navneteweyî jî sûcdar in. Gazên Hardalê yên ku Sedam di serî de ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û şîrketên navneteweyî wergirtin, li dijî Kurdan bi kar anîn. Wek mînak di sala 1983’yan de li herêma Hecî Omeryan 100, di sala 1984’an de li Penjûvînê ya nêzî Silêmaniyê 3 hezar kes bi gaza hardalê qetil kirin. Di 16’ê Adara 88’an de sûcê ku Sedam li dijî mirovahiyê pêk anî, êdî bû xeleka dawîn a van hovîtiyan. Hemû dewletên Rojhilata Navîn, Ewrûpa, DYA û hwd. çavê xwe ji vê hovîtiyê re girt in.

Chirac û Sedam

Serokomarê Fransayê yê berê Jacques Chirac, di sala 2003’yan de ji ber têkiliyên xwe yên bi Sedam re hat darizandin û di lêpirsînê de gotibû ku “Wê demê hemû cîhan bi Sedam re têkiliyên wan xweş bûn” û dixwest dewleta xwe ji vî sûcî paqij derxe. Di sala 1975’an de dema Sedam kesê herî girîng ê Baasê bû, têkiliyên wî bi serokwezîrê wê demê Jacques Chirac re gelekî xurt bûn. Ev têkiliyên Fransa û Iraqê gelekî mezin bûn, Fransaya ku di aliyê nukleerê de bi hêz bûbû, têkiliyên xwe yên bi Iraqê re bi reaktora lêkolînê ya nukleerê derxist asta herî jor. Reaktor di sala 1981’an de bi êrîşeke Îsraîlê hat rûxandin. Fransaya ku ji Iraqê petrol digirt, ji bo Iraqê jî her cure çek temîn dikirin. Dîsa balafirên wekî Mîrage F1, balafirên bi tîpa Sper-Etendard 5 û maşîneyên zirxî didan Iraqê. Her wiha dewletên wekî Îtalya û Elmanyayê jî ji bo
Sedam çek temîn dikirin û dibûn hevkarên van sûcên li dijî mirovahiyê.

182 hezar mirov

Her çendî bê gotin ku di êrîşa kîmyewî ya Helebceyê de 3 hezar 200 û 5 hezar kes hatine qetilkirin û nêzî 10 hezar kes birîndar bûne, di tevahiya qirkirina Enfalê de behsa 182 hezar qurbanan tê kirin. Helebce tenê beşeke Enfalê ye û vê wehşeta li dijî mirovahiyê radixe ber çavan. Di 1’ê Adara 2010’an de Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê komkujiya Helebceyê wek ‘qirkirin’ pênase kir. Hin welatên Ewrûpayê jî biryarên bi vî rengî dan. Di salên dawîn de der barê hin şîrket û welatên ku piştgirî didan Rejîma Baasê de doz hat vekirin. Lê di encamê de tu tiştekî şênber derneket holê û hovîtiya li dijî Kurdan pêk hatibû, ji kîsî wan çû. Her çendî di pêşengtiya DYA’yê de li Başûr Herêmeke Federal ji bo Kurdan hatibe dayîn jî, ji berjewendiyên malbata Barzanî wêdetir tu tişt nîn e. Sedam her çendî ji ber Komkujiya Helebçeyê jî hatibe darizandin, ji ‘Doza Duceyîlê’ ceza girt û ji ber sûcê ku li dijî mirovahiyê kiriye di 5’ê Mijdara 2006’an de bi serkêşiya DYA’yê hat darvekirin.