Rûspiyên êlên Ereb ên herêma Şedadê li gel rayedarên MSD (Meclîsa Sûriyeya Demokratîk) civiyan û di civînê dan zanîn ku bi naskirina rastiya şoreşê, ew beşdarî nava refên parastinê û xwerêveberiyê bûne.

Di çarçoveya rêzecivînên MSD‘ê yên ji bo nirxandina qewimînên dawî de, pêr ji rûspiyên êlên Ereb ên herêma Şedadê re civînek hat lidarxistin.

Di civînê de ku li mala yek ji rûspiyên herêmê hatibû lidarxistin, Endama Desteya Serokatiya MSD‘ê Nûjîn Yûsif, Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Ebdulqadir Miwhed, Endamê Buroya Têkiliyên Doplomasî ya MSD‘ê Cîhad Ellicî, Endama Buroya Jin a MSD‘ê Ilham Umer, Hevserokê Şaredariya Şedadê Rifet Derwîş û bi dehan rûspiyên herêma Şedadê hazir bûn.

Muxalefeta qaşo gelê Sûriyê temsîl nake

Di civînê de pêşî Endama Desteya Serokatî ya MSD‘ê Nûjîn Yûsif axivî û têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê Nûjîn got: “Şîareke dewleta Tirkiyê heye, dibêje, leşkerekî Tirk li kû derê be, ew dever wê bibe axa Tirkan, îro jî dewleta Tirk bi dagirikirina xwe ya xaka bakurê Sûriyeyê vê şîarê pêk tîne. Opozisiyona Sûriyê li hember van siyasetan xwe bêdeng dike. Tirkiyê opozisyona Sûriyê li Helebê firot li beramberî vê yekê hewl dide derbasî Babê bibe. Li ser vê yekê em jî dibêjin, muxalefet gelê Sûriyê û şoreşa wê temsîl nake.”

Berxwedana jinê mînak e 

Li ser rola jinê di şoreşa Rojava de Nûjîn Yûsif da xuyakirin ku rola jin a di şoreşê de berbiçav e û got, “Jina Rojava koleya kevneşopiyên civakê bû, lê îro beşdarî refên parastinê bû, bi taybet jinên Ereb, li hemberî zor û zehmtiyan sekinî û zincîra koletiyê şikand û ji tevahiya jinên dunyayê re bûye mînak.”

Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Ebdulqadir Miwehed jî axivî û da zanîn ku wekî MSD‘ê armanca wan ew e ku bi rêya federaliyê mafê hemû pêkhateyan misoger bikin.

QSD hêza rast e

Rûspiyên herêmê jî spasiya şandeya MSD‘ê kir û xwestin ev serdan asoyeke nû li têkiliyên hemû pêkhateyan veke.

Yek ji rûsiyên êla Meamra bi navê Remedan El-Ezawaî di civînê de peyivî û got: “ Dema ku me ji nêz ve rastiya şoreşa Rojava nas kir, em tevlî bûn. Me nas kir ku armanca şoreşê dikeve xizmeta tevahiya gelê herêmê.”

Silêman El-Ewed ku rûspiyê êla El-Mehasin e, wiha peyivî: "Bi sedan ciwanên me tevlî refên QSD‘ê bûne, me nas kir ku ev hêz tişta ku dibêje li ser zemînê pêk tîne, ew hêza rast e ku herêmê diparêze.”

Rûspiyan di dawiya civînê de ji aliyên peywendîdar xwest ku pêwîstiyên wan ên xizmetguzariyê bi cih bînin û dan zanîn ku herêm nîvî-nîvî wêrankirî ye û pêwîstiya wê bi avakirinê heye. 


ANHA / HESEKÊ