Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyek nivîskî fermandarê HPG'ê Rustem Caf, bi bîr anî. Fermandariyê Viyan Caf bi bîr anî û got, yek ji daxwazên Viyan Caf ew bû ku keç û xortên ciwan ên Başûrê Kurdistanê bi awayekî çalak cihê xwe di nava tekoşînê de bigirin. 

Fermandariyê diyar kir ku gelek ciwanên Başûr tevlî tevgera azadiyê û şoreşa Kurdistanê bûn, ji bo armanceke neteweyî û azadiya gelê xwe têkoşiyan û tevlî karwanên cangoriyan bûn. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YRK'ê da xuyakirin, ku Rustem Caf ê roja 30'ê Çile li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, yek ji van ciwanan e ku ji bajarê Şehîdan ango Helebceyê bû.

 

"Divê em Rêber Apo azad bikin"

Fermandariyê got, "Wexta dijminên gelê Kurd salên 2011 û 2012’an dixwestin Tevgera Apoyî ya Azadiya gelê Kurd tasfiye bikin, wek ciwanekî Kurd wî ev yek nepejirand û tevlî gerîla bû. Li Şemzînanê bi awayekî çalak beşdarî şerê gel ê şoreşgerî bû û bû xwedî kedeke mezin li wir. Rêheval Rustem girêdan û hezkirina xwe ya bi Rêber APO re wiha dianî ziman, 'divê em di demeke kurt de Rêber APO azad bikin, yan ji me re jiyan nîne'." 

Fermandariya Biryargeha Navendî diyar kir ku Rustem Caf ji bo azadî, rûmet û şerefa mirovahiyê biparêze çû Şengalê û destnîşan kir, ku fermandar Caf bi fedekarî, lehengî, wêrekî, coş û moraleke mezin beşdarî berxwedanê bû.

Fermandariyê da zanîn ku Rustem Caf di du salên dawiyê tevlî xebatên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRKê bû û di asta fermandariya yekîneyekê de erk da ser şanê xwe. Fermandariyê bi bîr xist ku Caf ji bo parastina ax û gelê xwe israr kir ku bi awayeke çalak beşdarî berxwedanê bibe û li ser daxwaza xwe di nava berxwedanê de cih girt.


Banga berxwedanê li Ciwanên Başûr û Rojhilat

Fermandariyê paşê bang li hemû ciwanên Kurd û nexasim jî yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir ku di rêya van şehîdên mezin de bimeşin û weha dewam kir: "Divê ciwanên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çek û ala azadiyê ya di destê van şehîdên ciwan û qehreman de bûn li erdê nehêlin û her bilind bikin. Van şehîdên me yên qehreman li dijî bêrûmetî, dagirkirin û mêtîngeriyê şer kir û giyanê xwe ji dest dan.

Êdî dem hatiye ku gelê Kurd di welatekî azad û hevgirtî de bijî û ev mafê wî yê herî xwezayî ye. Ji bo ku êdî li ser axa wî trajediyên mezin neyîn serê gelê me û bi awayekî azad û şanaz bijî, divê ciwanên me ji her demê zêdetir xwedî li erkên xwe yên neteweyî bin. Em weke YRK di wê baweriyê de ne ku ciwanên Kurd di zanabûn û ferqa vê pêvajoya dîrokî de ne û wê erk û berpirsyariyên xwe yên neteweyî bi beşdarbûna nav refên berxwedanê bi cîh bînin." 


 QENDÎL