Li Goristana Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a li Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmek hat lidarxistin û endamên Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya KCK'ê, fermandarên HPG û YJA STAR'ê û gelek gerîla beşdar bûn.
Ji fermandarên HPG'ê Tevfîk Hişyar li merasîmê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di sala 2010'an de li hemberî tevgera Kurd dest bi pêleke nû ya êrîşa tinekirinê kiriye û Hêzên Parastina Gel jî di sala 2011'an de bi "Şerê Gel ê Şoreşgerî" bersiva vê dane. Hişyar da xuyakirin ku fermandarên gerîla Rustem, Elîşêr, Çîçek û Rozerîn ji şerê pêngava şoreşgerî re pêşengî kirine.
Hişyar axaftina xwe wiha dewam kir: "Nêrînên şehîdên me îro roj bi roj mezin dibin, bilind dibin. Îro li Rojava, li Bakur têkoşîneke mezin tê meşandin. Mîna ku Rûstem Cûdî ji bo azadiyê digot, 'êrîş çiqasî mezin dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin.' Emê bi bîranîna tevahiya şehîdên xwe,  dilsoz bin." Paşi gerîlayan gora gerîlaya jin Gulnaz Karataş a di sala 1992'an de ji bo dîl neyê girtin xwe ji zinaran avêt û gorên gerîlayên din ziyaret kirin.


 ANF/XAKURKÊ