Hevdîtin duh êvarê li avahiya Wezareta Derve ya Rusyayê pêk hat. Hevdîtinê  qederê 2 saetan kişand û tê de li ser pirsgirêkên Suriyeyê, çareserkirina wan û konferansa ku tê plankirin di demên pêş de bê lidarxistin, hate axaftin. Her wiha polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêma Ezazê jî hatin gotubêjkirin.

 Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê hevdîtinê de agahî danAjansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) û destnîşan kir ku wan li ser pirsgirêkên Suriyeyê û çareserkirina wan bi awayekî berfireh nîqaş kiriye. Salih Muslim anî ziman ku wan di hevdîtinê de projeyên xwe yên çareseriyê careke din vegotine û aliyî hember ev proje bi awayekî erênî pêşwazî kirin.


 Rûsya dixwaze Rêveberiya Xweser tevlî konferansê bibe

Muslim destnîşan kir ku di hevdîtinê de li ser plana Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY)  yê Suriyeyê Stephan de Mistûra ku tê plankirin di demên pêş de konferansek bê lidarxistin jî hatiye rawestîn û got: “Gotin ku ew dixwazin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava jî tevlî vê konferansê bibe. Me jî diyar kir ku ev dê baş bibe û em dikarin wekî Rêveberiya Xweser tevlî konferansê bibin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da zanîn ku wan derbarê polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava û bi taybetî jî hewldanên wê yên dawî li ser herêma Ezaz û Cerablusê jî nêrîn û nerazîbunên xwe parve kirine û Bogdanov jî piştgirî daye van nêrînan. Muslim anî ziman ku Bogdanov gotiye, tiştekî wekî herêma ewlekariyê nabe. 


 MOSKOV