Amadekariyên ji bo Kûpaya Cihanê ya 2018’an ku vê carê dê li Rûsyayê li dar bikeve, didomin. Niha jî posterê tûrnûwayê hat amadekirin û pêşkêşkirin. Di poster de qeleparêzê navdar ê Rûsyayê hatiye bicihkirin û li gorî wî dîzayn hatiye çêkirin. Qeleparêzê efsanewî yê Rûs, Lev Yashin yek ji qeleparêzên navdar ê dîroka Rûsyayê ye. Lev Yashin di tûrnûwayên kûpaya cihanê yên salên 1962, 1966 û 1970’yî de keleha Rûsyayê parastibû û di van her sê caran de jî ji ber serketina xwe Xelata Goga Zêrîn wergirtibû. Ew tekane kes e di dîroka Rûsyayê de bi serketina xwe ev xelat wergirtiye. Qeleparêz Yashin, sala 1929’an li Moskovayê hatiye dinê û 21’ê Adara 1990’î li heman derê wefat kiriye. Bi vî posterî Yashin careke din tê bibîranîn. Kûpaya Cihanê ya 2018’an dê di navbera 14’ê Hezîran û 15’ê Tîrmehê de li Rûsyayê li dar bikeve. Dîzayna poster ji aliyê dîzaynkerê Rûs, Igor Gurovich ve hatiye çêkirin û poster niha li Metroyên Rûsyayê hatin daliqandin. 


DIYARNAME