Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî pêr bi şev daxuyakirin ku berdevkê DAIŞ´ê Abu Hassan al-Muhajir di operasyoneke hevpar a DYE û QSD´ê de li Cerablûs a Tirkan dagirkirî hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniyên ji cih jî tankereke neftê bi balefiran hatibû rûxandin nêzî gundê hema li derveyî Cerablûsê Eyn Beydayê. Di vê tankerê de tevî berdevkê çeteya DAIŞ´ê Abu al-Hassan al-Muhajir 2 kesên din jî hebûn û di operasyonê de hemû hatine kuştin.
Berdevkê medyayê yê QSD´ê li ser heman mijarê daxuyaniyek da û got, li gorî hizra wan Al-Muhajir li Cerablûsê bû da ku bike ku Bexdadî bikeve herêmên Tirkiyeyê dagirkirî. Wî got, herdu operasyonên bi serkêşiya DYE´yê yên li dijî Bexdadî û al-Muhajir kirine ku asta jor a DAIŞ´ê li Bakurrojavayê Sûrî hew karibin xwe tev din. Wî wekî din got, hîna gelek DAIŞ´î hene ku li heman deverê xwe vedişêrin.
NAVENDA NÛÇEYAN