FIRIŞTE MEHMUD / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Nasih Fatih Babe Şêx, ev 38 sal in ku li nava bazara Silêmaniyê, karê firotina wêne û tabloyan dike. Nasih Fatih ji wênefiroşên din cudatir, ji bilî wêneyên xweza û bajarên Kurdistanê, ew wêneyên şervan, gerîla û serkirdeyên Kurd difiroşe. Nasih Fatih got; “Wêneyên herî zêde tên kirîn yên Abdullah Ocalan û Celal Talebanî ne.” Mirov li dikana wî tavilê lê hayil dibe ku şervanên YPJ, YPG û gerîla di nava wêneyan de li gorî berê zêdetir bûne.

Herî zêde Ocalan û Talabanî

Nasih Fatih sala 1959’an li Silêmanî ji dayîk bûye, ji sala 1981’an ve li bazara Esrî ya Silêmanî ji bo debara xwe ya rojane peyda bike dest bi karê firotina wêne û tabloyên cuda dike. Nasih Fatih got, li cem wî 200 wêneyên çapkirî yên şervan û gerîlayên Kurdistanê hene, herwiha li cem wî herî zêde wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî têne kirrîn.

Dikana Nasih Fatih tine ye, ew li ber derê dikana birayê xwe, wêneyên bajarên Kurdistanê, wêneyên kevin yê Silêmaniyê, wêneyên hunermend, aktor û navdaran difiroşe. Ya ku Nasih Fatih ji wênefiroşên din cuda dike jî firotina wêneyên serkirdeyên Kurd, wêneyên gerîlayên Kurdistan û şervanên jin e ku li dikana wî herî zêde têne dîtin.

Nasih Fatih li ser firotina wêneyên xwe dibêje; “Wêneyên herî zêde tên firotin wêneyên Abdullah Ocalan û Celal Talebanî ne. Hinek kes dixwazin wêneyên bajarê Silêmanî bikirin, hinek welatî jî van wêneyan dikirin û wek diyarî ji bo kesûkarên xwe yên ji derveyî Kurdistanê re dişînin.”

Ez li gel wêneyan dijîm

Têkildarî buhayê wêneyan jî Nasih Fatih dide zanîn ku qîmetê her wêneyî ji 5 hezar dînaran dest pê dike heta bi 15 hezar dînaran jî ew wêneyan difiroşe. Wî  her wiha destnîşan dike ku hinek rojan, ew ti wêneyî nafiroşe û wiha dipeyive; “Ne girîng e ez wêne bifiroşim yan na, ji ber ku ez li gel van wêneyan dijîm.”

Li ser armanca firotina wêneyên serkirde, şervanên Kurd jî Nasih Fatih dibêje; “Armanca min paldana welatiyên Kurd e li cihê ku wêneyên biyaniyan bii malên xwe û cihên xwe yên kar ve hilawîsin, ew wêneyên serkirdeyên Kurd û şoreşgerên Kurd bi malên xwe ve hilawîsin.”

Yek ji mişteriyên Nasih, jina bi navê Serdeşt Fatih e; ew dibêje, “Ev dikan li gorî min gelek xweşik û balkêş e, ji ber ku wêneyên serkirdeyên Kurd û wêneyên bajarê Silêmaniyê gelek balê dikişînin. Balkêşiya van wêneyan wisan kiriye ku her kesa di vir re derbas bibe, were vê dikanê û wêneyekî li gel xwe bibe.”