Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê 109 roj li pey xwe hişt. Ji tiştên ku diqewime herî zêde jî zarok bi bandor dibin. Zarokên Kobanê sersalê ji hevalên xwe yên din ên cihanê cudatir pêşwazî dikin, hêviya roja ku carake din li kolanan bi hevalên xwe re bilîzin di dilên xwe de mezin dikin. Ligel hemû tiştan di rûyên wan de ken kêm nabe. Zarokên ku bi malbatên xwe re li Kobanê man û neterikandin ji bo pêşerojê hêvî û baweriya xwe mezin dikin. Sedema vê yekê jî xwişk û birayên wan ên YPG û YPJ’î yên ji bo pêşeroja wan a azad şer dikin e. Zarokên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelek hevalên wan koçî Pirsûsê kirin, bi hevalên xwe yên mane re li kolanan dilîzin û dema ku kamereyan dibînin jî dikenin û nîşaneya serketinê dikin.
Yek ji van zarokan jî Jasmîn a biçûk a ku bi malbata xwe re li Kobanê maye ye. Jasmîn li herêma ku sivîl lê dijîn bi bîsiklet û kuçikê xwe ve dilîze û dema ku pirsa “tu hez ji Kobanê dikî” tê kirin bi ken bersiva “Erê” dide.
Xanim, Dilbirîn, Dorşîn jî li cihê sivîl lê dijîn dimînin. Wan jî bajarê xwe neterikandine û li kolanên Kobanê hewl didin zaroktiya xwe bijîn. Ji ber ku temenên wan biçûk e fêm nakin çi diqewima dema pirs ji wan tê kirin jî hemû pirsan bi kenê dibersivînin. Zarok dibêjin ku wan bêriya hevalên xwe yên mecbûr mane koç kirine dikin.
Zaroka bi navê Leyla Mahmud jî yek ji zarokên hêviya wê di rûyê wê de tê xuyakirin e. Dema pirsa “Tu hez ji Kobanê dikî” tê kirin bersiva “Belê pir hez dikim. Kobanê xweşik e” dide. Li ser pirsa çima ji Kobanê neçûye jî bersiva “Ev der axa me ye. Em axa xwe naterikînin” dide. Leyla piştre jî stranên ku ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên di şer de jiyana xwej i dest dane hatine nivîsandin distre. Bi gotina “Bijî YPG, bijî YPJ” jî slavên xwe ji şervanên YPG û YPJ’ê re dişîne.
Dîla Abda jî li ser şopa şervanên YPG û YPJ’ê ye. Beriya 10 salan bavê wê jiyana xwe ji dest daye û bi dayika xwe re li Kobanê dimîne. Abda çûye serdana şervanên YPJ’ê û şervenên YPJ’ê pêlîstokeke pitik dane wê. Abdo gotina “Ez ji cem hevalan hatim, navbera min û wan baş e” bi kar tîne. Abdo dibêje ku ji ber bêriya şervanên YPJ’ê kiriye çûye cem wan û ji bo hevalên xwe yên ji Kobanê koçber bûne jî banga “vegerin Kobanê” dike.
ÇAGDAŞ KAPLAN / MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/KOBANÊ