Têkildarî guftûgoyên derbarê îlankirina serxwebûnê de got: "Vê demê şert û merc ne afirîne lê di rojeke munasib de dê mizgîniya dewleta Kurd  were dayîn."
Barzanî di peyama xwe ya Newrozçê de têkildarî bendewariyên ev demek bû di nava raya giştî û bi taybetî di nava Kurdan de hatibû afirandin de axifî. 
Barzanî di axaftina xwe de bal kişande ser avakirina dewleta Kurd û got: “Em miletekin û divê azad bibin û bi azadî bijîn. Zor û zilmê ji tu kesî qebûl nakin. Mafê Kurdane bibin xwedî dewlet, lê belê ji bo vê jî sebir û rojên guncaw lazim in."
Barzanî berdewam kir û got: "Rojek wê mizgîniya dewleta Kurdî were dayîn, lê belê divê ew di rojeke guncaw de be. Divê were zanîn ku ew roj wê her bê."


'Hikûmeta navendî çareseriyê naxwaze'
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, di derbarê nakokiyên bi hikûmeta Iraqê re got, “Heta niha me sebir kir û me xwest hertişt bi destûrê bê çareserkirin, lê yên ku li Bexdayê ne naxwazin pirsgirêk çareser bibin.”

'Bila kes gazinan ji me neke'
Barzanî ji mijara Kerkûkê û herêmên din ên statuya wan hêna ne diyar bigire heta avakirina artêşê, rewşa pêşmergeyan û peymanên navnetewî yên di warê petrolê de axifî. Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta navendî ya bi destê çend kesan tê meşandin di nava hewldanên astengkirina pêşketina Kurdan û herêma Kurdistanê de ne û li hember vê yekê Kurd tiştê pêwist be dê bikin. Barzanî diyarkir ku ji encamên di dawiya pêvajoya aloz de derkevin jî ewê ne berpirsiyar bin û xwest di rewşa Kurd neçarî biryarên girîng bibin de kes gazincan ji wan neke.

'Hewldana avakiran dîktatoriyê heye'
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de jî got, “Êdî dema wê hatiye ku em bêjin êdî bes e. Iraq ber bi aloziyê ve diçe. Hinek kes dixazin desthilata ber bi dîktatoriyê ve bibin... ez bang li hemû partî û aliyên siyasî  yên Iraqê dikim bilez kom bibin û vê rewşê çareser bikin, heke wisa nebe emê vegerin ser miletê xwe û biryara dawî dê miletê me bide, paşê bila kes gazinan ji me neke." 

HEWLÊR