Ji CHP wekîlek rabû li Meclîsa Enqere axaftinek kir. Wiha got: “Kes nikare netewiya Tirk û netewa Kurd wek hev bi min re nîşan bide û bide qebûl kirin.” Va çend roj e ev gotin li Tirkiye tên niqaş kirin. Bi rastî jî gava em wek nêzîkbûneke asayî lê binêrin û gorî nîqaşên ku li Enqere ji bo Kurdan tên kirin binirxînin, hewce nake ku li ser vê yekê bisekinin û xwe biwestînin. Lê îro ezê beredayî xwe biwestînim û ji bo van nîqaşan çend tişt tespît bikim.

Ji bo pirsgirêka sosalîzmê, ji bo pirsgirêka çînî, netewî, ji bo pirsgirêka parvekirin a di navbera kedkar û dewlemendan de, ji bo pirsgirêka jin û pirsgirêka xwezayê, ji bo hemû pirsgirêkên mirovî  û civakî, îro zelalbûnek hatiye li ber me rawestiye. Jixwe her min digot, tenê destpêkirin a nîqasê jî bes e... Bila nîqaş destpê bike, dê paşiyê wê were. Pirsgirêkên ku li jor me hijmart, ewana hemû, heya niha bi durûtiyê ve dihatin nîqaşkirin, êdî ew durûtî, piştî nîqaşên pirsgirêka Kurd nikarin wisa bimeşin. Êdî kêr hatiye, gihiştiye hestiyê. Xwenîşandan a faşîstbûna CHP’yiyan jî bela vê yekê ye.
Ji ber ku, hê ne xebateke fermî û kokdar be jî, ji bo çareserkirin a pirsgirêka Kurd xebatek destpê kiriye. Ew xebat ji kîjan alî ve biçe ne diyar e. Wê çawa bimeşe, çawa rê ya xwe bibîne, çawa encam bigire, ne diyar e. Ew axaftin li merhalekî qut be an jî qut nebe ne diyar e. Ji ber ku li ber çavê me dîrokek heye. Dîroka xapandinê, dîroka lîstikvaniyê, dîroka dek û dekbaziyê li ber me disekine. Gorî van tiştan em dikarin bêjin ku hê em di serî de ne û bi rêyeke zirav û qels be jî, birastî jî ji bo çareserkirin a pirsgirêka Kurd rêyek vebûye.
Ev rê, ji bo gelek serobinobûn a partî û rêxistina Tirkiyeyê jî talukeyek nîşan dide. Ka hûnê bibînin, di piştî çend demê de, di nav çend partiyê de pirsgirêk derkevin holê. Ne tenê CHP, ya dinan jî wisa ne. Bila nîqaş hinekî kûr bin, ka emê bibînin yê ku heya niha wek demokrat dihatin hesibandin ne demokratin, yên ku heya niha dostên Kurd bûn ne dostên Kurd a serbixwe ne. Yên ku heya niha ne faşîst bûn, emê bibînin ku faşîstên zelal û safî ew bixwe ne.
Jiber ku pirsgirêka kurd turnûsol e. Ne tenê ji bo CHP, ne tenê ji bo wekîlen wekî Bîrgul Ayman Guler… Pirsgirêka Kurd mêzînek e. Wekî mîzanek, wekî pîvanek, wekî çalûsek ku di nav civakê de digere û maske ya însanan derdixe, ruyê însanan rûp û rût dihêle, pirsgirêka Kurd tiştekî wisa ye. Heke ew gotûbêj bidomin, hevdîtin û guftûgo berdewam bikin, emê bibînin li der û dorên me çi fasîst hene ku heya niha li nav civakê wekî damezrênera demokrasiyê xuya kirine.
Bi gotûbêjan re, safîbûn jî destpê kiriye. Sibehê na dusibe hin kes derkevin holê û partiyek damezrînin li Meclîsê. Heke em sibehê na dusibe li Meclîsa Enqerê partiyeke faşîst bibînin, bila ji kesekî re surprîz nebe. Ji ber ku dem dema safîbûn e. Ne tiştekî erzan e, bi van gotûbêyan dê birdoziya Kemalîzmê têk biçe. Her axaftin têkçûna bingeha birdozî ya serdest a Tirkiyeyê ye.
Vê gavê ne wek berê ye. Du hep alternatîf a rêvebertiya Tirkiyeyê heye: Ji wan yek daxistina hewa ya pozbilindî ya dîrokî ya birdoziya serdest a Tirkiyeyê, ya din jî rê ya faşîstiyê ye. Xêncî wê rê tune. Tirkiye dê kîjan alî ve biçe, ew jî biryara dewletê ye.