
Li bajarê Minbicê ji kevn ve gelek şûnwarên dîrokî hene, yek ji wan Kela Necime. Li Sûriyeyê Kela herî mezin Kela Necime.
Li gorî agahiyên şêniyên herêmê beriya niha li kêleka Kela Necim pireke ku rojhilatê Firat û rojavayê wê bi hev ve dide girêdan hebû û Kela Necim ji bo parastina wê pirê hatiye avakirin. Heta niha zanyaran nas nekirine ku kîjan hêz an jî qewmî Kela Necim ava kiriye. Tê gotin ku Kela Necim li hember hemleyên xacperestan hatiye avakirin, hinek jî dibêjin ev Kel di dema Eyûbiyan de hatiye avakirin û navê kurê Selahedîn El-Eyûbî Necimdîn Eyûbî lê hatiye kirin.
Dizayn a taybet
Kel li ser zinarekî li jora çemê Firatê hatiye avakirin. Dirêjahiya wê 60 m, bilindbûna wê 50 m û 82 m ji çem bilintire.
Kela Necim bi şiklekî archîmedes bê sîstematîk hatiye avakirin. Ji burcên çarqozî, sûrên bê pencere pêk tê. Lê tê de pencereyên teng ji bo avêtina kevanan hatine çêkirin, deriyê sereke yê ketina kelê li aliyê rojhilat e. Kela Necim ji 3 qatan pêk tê; di qata binerd de, ambarên çekan, sarîc, burcên parastinê, riyên veşartî, gorên komî yên malbatên ku di kelê de dijîyan hene.
Bi destpêka aloziya Sûriyê ve ji ber şer û pevçûnan û êrîşên komên çekdar, gelek cihên dîrokî û şûnwarî ziyan dîtin û gelek şûnwar jî hatin dizîn.
Ji destpêka sala 2013‘an ve, çekdarên bi navê artêşa Azad, bajarê Minbicê û gundewarên wê, her wiha Kela Necim dagir kirin, lê ev dagirkerî dirêj nekir. paşê çeteyên DAIŞ‘ê dest danîn ser herêmê û Kela Necim kiribûn navenda êrîşên li ser noqteyên şervanên YPG′ê yên li rojhilatê çemê Firatê. Çeteyan ziyaneke mezin gihandin Kelê û gelek beşên rûxandin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1′ê Hezîranê de dest bi operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê kirin. Di operasyonê de bi bajar û bi dehan gundewarên wê hatin rizgarkirin. Her wiha Kela Necim jî hat rizgarkirin û careke bû meqseda tûrîzmê. Rojane bi dehan welatî ji herêmên cûda yên Bakurê Sûriyê berê xwe didin vî cihî.
ZANA SEYDÎ / ANHA / MINBIC