Xanimê li kelha Serdar a bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê di temenê 86 salî de roja 29ê Gulanê koça dawiyê kiriye. Di sala 1929'an de, Xanimê li Bersa Mehabadê hatiye dinê û piştire li ser fermana Qazî Mihemed li bajarê Bokan waneyên Kurdî dide xwendekaran. Xanimê hevjîna şehîd Mihemed Qudsî bû, ku yek ji 4 efserên Komara Kurdistanê bû, piştî hilweşana komarê Xanimê û hevjînê xwe diçin Başûrê Kurdistanê. Piştire, Mihemed Qudsî û her 3 efserên din ên Komara Kurdistanê ji aliyê rejîma wê serdemê ya Iraqê ve tên darvekirin.

Piştî şahîdkirina hevjînê wê, Xanimê vedigere bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê û li wêde jî koça dawiyê dike. 


 BOKAN