Dema rûpelên dîrokê 26-27'ê Mijdara sala 1978'an nîşan didan 22 ciwan li maleke gund a ji du odeyan pêk dihat bi civînekê xîmên yekemîn ên PKK'ê diavêtin. Mala ji cîvana dîrokî re maluvanî kir û pişt re rastî hemû cureyê zext û zordariyên dewletê hatin ayîdî malbata Zugurlu bû.
Her çiqas navê malbata Zugurlu bi PKK'ê hate zanîn jî hişmendiya welatparêziya malbatê berî PKK'ê jî hebûn. Endamên malbatê ji serhildana Şêx Saîd, Komara Kurd a Mahabad û Tevgera Barzanî a li Başûrê Kurdistanê heskirin û hinek endamên malbatê raste rastî di nava wan de cih girtin. Ji ber vê yekê zanebûn hişmendiya Kurdîbûnê di nava endamên malbatê de di biçûkahiyê de çêdibû. Seyfettîn Zugurlu (General Samî) dema li Dêrsîmê dixwend bi "Apoyiyan" re têkîlî danî û dest bi xebatan kir. Ciwanên li Enqere dest bi xebatên rêxistinkirinê kirin û pişt re li bajarên Kurdistanê belavbûyîn ji aliyê pêşengê komê Abdullah Ocalan ve berî kongreyê bangî Amedê kiribû. Endamên komê ji bo kongreya yekemîn li gundê Fîsê yê li ber riya bejayî ya Lîcê-Çewlîkê hatin cem hev. Amadekariyên kongreyê yên pratîk ji aliyê Seyfettîn Zugurlu û Ocalan ve hatin meşandin. Xebatên gelek veşartî hatin kirin endamên kongreyê jî nedizanîn û 23 kes bi 2 erebe û minîbûsekê çûn cihê kongreyê. Ji bo civîna dîrok endamên kongreyê di seatên êvarê de li malê hatin cem hev.
Seyfettîn Zugurlu ciwanên anîn malê ji malbat xwe re weke hevalên xwe dan nasîn û bi wan re di odeya kongreyê de derneket. Bi civîna du rojan berdewam kir "Danezana avakirinê" hate amadekirin û biryara avakirina PKK'ê hat girtin û endamên komîteyê hatin diyarkirin û mekanîzmayeke rêveberiyê jî hate avakirin. Êdî meşa ciwanan bi partîbûnê û xebatê li gorî wê dest pê kiribûn.
Dewletê di sala 1984'an de bavê Seyfettîn Zugurlu Abdurrahman Zugurlu binçav kir  û çend meh şunda ji ber îşkenceyên dîtin jiyana xwe ji dest da.

12 şehîdê malbatê hene
Endamên malbatê ji gund koçberî Amedê bûn lê li vir jî zext û şîdeta dewletê berdewam kir. Malbatê ligel zext û zordariyan dest ji vê rêyê berneda û 12 endamên malbatê hin bidestê dewletê û hin jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Hêj jî 4 endamên malbata Zugurlu di nava PKK'ê de cihê xwe digirin. Dîsa 3 ciwanên malbatê li Kobanê, Serêkanî û Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di nava berxwedanê de cihê xwe digirin. Kurê Seyfettîn Zugurlu Rêdar Zugurlu li Kobanê di nava berxwedana 74 rojin li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berdewam dike cihê xwe digire.
Xwîşka Seyfettîn Zugurlu Fîruze Zugurlu jî ji şîdeta dewletê para xwe girt. Du zarokên wê hêj di nava PKK'ê de ne. Ji zarokên Fîruze Zugurlu Rezan Zugurlu naiha Hevşaredara Lîcê ye. Fîruze Zugurlu (45) dema kongre pêk hat 8 salî bû û bîranên ayîdî wan du rojan bîbîrxistin û got ku ew xeyala mala kongre lê hate kirin bibe mûze û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên KCK'ê yên di kongreyê de cih girtin li wê malê careke din mêvan bike, dike.
Zugurlu, diyar kir ku birayê wê Seyfettîn çend roj berê kongreyê hate malê û ji dayîka xwe re got, "Dê mêvanên me bên. Hevalên min ên dibistanê ne." û birayê wê wan rojan mal boyax kir.
Zugurlu, anî ziman ku piştî çend roj şunda hevalên birayê wê behs kirin bi 3 wesayîtan hatin û wiha got: "Dayika min jî wê demê amadekarî kirîbûn. Xwarin çêkiribû. Birayê min hinek diltirs bû. Ji ber hevalên wî dereng mabûn. Piştî tarîtî ket hatin.  Min tenê carekê serok dît. Lê ez wê demê zarok bûm min nedizanî. Pişt re birayê min got ew serok e."
Zugurlu got ku "Dayîka min xwarin çêdikir lê di baçeya mutfaqê de digihande wan. Em nediçûn cihê ew lê. Birayê min Seyfettîn û hevalekî din ew xwarin belav dikir." Zugurlu da zanîn ku kesên tevlî kongreyê bûn di nava rojê de teqez dernediketin derve û tenê dema roj tarî dibû ji bo demek kin derdiketin derve.
Zugurlu, destnîşan kir ku piştî hînbûn ku kongre li mala wan pêk hat ji .en î zext û zordariyên dewletê neçar man koçber bibin û mal bi tememî girtî ma.

'Serok Apo û gerîla wê bên wê malê'
Zugurlu da zanîn ku xeyala wê ya herî mezin ew mal bibe muze û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dê rojekê Serok azad bibe û bê Fîsê. Dê bê wê malê û biçe wê odeyêu. Dîsa dê hemû gêrîlayên wî li wir bin û em hemû bi hev re dê 27'ê mijdarê pîroz bikin. Em xeyala wan dîsa li wir mêvan bikin dikin. Dê rojekê teqez çêbibe û em dê bibînin."

'Apoyî bûn çem û herikîn'

Zugurlu diyar kir ku yên kongreya yekemîn li dar xistin 23 kesbûn û lê niha tevgerek bi mîlyonan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bûn çem herikîn û tu kesî nekarî pêşiya wan bigire. Ez wê demê 8 salî bûm lê niha 45 salî me û zarokên min bi kesên wê rojê dîrok nîvîsandin re ne. Hînî me jî sax bin em dê perçeyekî wê tevgerê bin. 27'ê Mijdarê dîrokekî 36 salan e. Gavên 36 sal berê li wê malê hatin avêtin îro li Kobanê em dibînin."

HAYRÎ DEMÎR /DÎHA/AMED