Ciwanê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsinê dimîne, bi nivîsa destê xwe nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê re şand û alîkarî xwest. K.E. di nameya xwe de diyar kir ku ji sala 2008'an de ji bo polîsan sîxuriyê dike û bûye sedema girtina gelek ciwan û zarokan. K.E, da zanîn tev li gelek çalakiyên korsan bûne û cihê çalakiyan ji polisan re gotiye û wiha got: "Ez wekî şahidê nepen xebitîm. Min û polîs çalakiyek plan kir û me plan kir ku bi hevre têkevin girtîgehê." K.E., di nameya xwe de got 'Ez êdî îdare nakim' û alîkarî ji Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê xwest. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî jî li ser girtina K.E. bal kişand ser xalên girîng.
Ciwanê bi navê K.E, ku 4 salin sîxuriya polîs û dewletê dike û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê girtî ye, bi nameyekê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê da û hem alîkarî xwest û hem jî li xwe mikur hat. K.E. bi nivîsa destê xwe nameyek ji ÎHD'a Mêrsînê re şand û wiha got: "Ez di sala 2008'an de bi hewldana biraye xwe yê polîs û 5 polisên din bûm sîxur. Ji bilî min bi 10'an kesên din karê ajaniyê dike. Ez bûm şahidên bi dehan kesên ku di bin doza 'KCK'ê de hatin girtin. Dîsa li ser navê "Şandina çiyê" min heta sînor ew dibirin û li polisan gilî dikir. Min ew xistin lîstika polîs û cendirmeyan. Ciwanên ku hatin girtin jî rastî îşkenceyên mezin hatin û ji wan xwest ku bibin ajan."

'Ez êdî îdare nakim'
K.E. di nameya xwe de bi gotina "Serlêdana min a Komeleya Mafên Mirovan e" dest pê kir û wiha nivîsand: "Birayê min ê polîs M. di sala 2008'an de hatibû Mêrsînê. Bi polîsên bi navê Arif, Haci, Vedat, Necat, Sînan re hatin mala me. Piştî mi min re axivîn ez mirim navçeya Mezîtliyê li seyranê gerandim. Li seyranê ji min xwest ez bibim sîxur. Ji min re gotin em dê 30 hezar TL bidin te. Piştî ku min qebûl kir telefon, qert û 500 TL dan min. Pişt re xizmê min H. hat cem wan. Ew jî kiribûn ajan. Pişt re Zekî, Cemal, Mehmet, Hozan, Ahmet tev kiribûn ajan. Telefon û kart dan me hemûyan. Pişt re em birin midûriyeta polisan û em li herêman belav dikirin. Ji mere digotin li taxên Yenîpazar, Şevket Sumer, Çîlek, Demîrtaş, Kurdalî çalakiyan çêkin û pişt re bi telefonê li me bigerin. Zekî, Hozan, Cemal, Ahmet, Mehmet û min bi hevre malzemeyên çalakiyan çêdikir û dida ciwanên din. Me digot van malzemeyan veşêrin.
Polîsan jî pişt re bi ser me de digirt û ciwan binçav dikirin. Em jî li hemberî wan wekî şahidên mepen bikar dianîn. Me hem şahidiya nepen û sîxurî dikir û hem jî me planên polîsan dixist meriyetê." K.E. destnîşan kir ku dema wî pişt re nerazîbûna xwe aniye ziman û gotiye derûniya min xera bûye rastî zext û gefên "Em dê te li birayê te gilî bikin. Em dê te bikujin" hatiye. K.E. da zanîn ku pişt re wî ji tirsan ev kara berdewam kir û êdî hew îdare kir û wiha berdewam kir: "Em her tim 6 kes di bin kontrola polîsan de li hev kom dibûn û me çalakî pêk dianîn. Polîsan mehê Hezar TL dida me. Heta niha bi 10'an ciwan kirin ajan û şandin çiyê. Ez birayê min, Hozan û Zekî me ciwan dixapand û me ciwan dişandin çiyê. Şandina ciwanan bi plana polîsan pêk dihat. Ez ji aliyê polîsan ve li vir im. Herî dawî ez li polîsan gekiyam û min çalaki pêk anî. Polîs hat û ez binçavkirim. Ji min re gotin lepik têxe destê xwe û serê xwe rûpoş bike. Wekî ku min di nava çalakiylê de girtibin. Ji min xwestin ku min bişîne girtîgehê û li girtîgehê agahiyan ji wan re bişînim. Pîştî ez hatim girtin ez birim midûriyeta polîsan û nav ji min xwestin. Kemal B. jî ji ber zexta polîsan hate girtîgehê. Ji bo ku ez agaiyan bi wî re parve bikim hate ket girtîgehê. Hem me sûc dikir û hem jî me sûc dixist stuyê kesên din. Min çend caran xwest xwe ji vê yekê xelas bikim. Lê hêza min têrê nekir. Êdî ez îdare nakim. Ez alîkariyê ji we dixwazim. K.E."

Divê dozger mijarê ronî bikin'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî jî anî ziman ku pêxiste E.K bê parastin û ewlehiya wî bê girtin û wiha got: "Nameya ku K.E ji girîghê şandiye îdîayên gelek mezin û girîng in. Divê ev teqez bên pirsîn û lêkolînkirin. Divê dadger û dozger li ser vê mijarê rawestin. Divê ev yek teqez terkeve rohaniye. Em wekî ÎHD'ê dê vê yekê bişopînin."
Tanriverdî, da zanîn ku li gel K.E. di girtîgehê de bû jî bi îdîaya K.E tev li çalakiya korsan bûye Waliyê Mêrsînê ceza daye û wiha got: "Şahidê Nepen mijarek dij demokratîk e. Di nameyê de xuya dike ku hem polîs û hem jî leşker di nava organîsazyonek dijzagonî dene. Divê teqez ev yek bê ronîkirin û zelalkirin. Divê zarokên dişînin Pozantiyê çawa diçin rastî kijan binpêkirinan tên."

FERHAT ARSLAN / DÎHA/MÊRSÎN