
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî KurdÎ-DER'a Mêrsînê li ber derê komeleyê bi girseyi daxuyani da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Her ziman gulek e li gulistanê, gulan jê nekin, bila ziman neyên qirkirin" hati vekirin û dovizên "Bê ziman jiyan nabe", " Ji qedexe û astengkirina ziman re na!", "Dewlemendiya min zimanê min e" hat rakirin û drûşmeyên, "Jin jiyan, ziman", "Bê ziman jiyan nabe" hatin avêtin.
PEYAS: Li navçeya Peyasa Amedê xwendekarên ku li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê perwerde dibînin, li mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Alî Erelê li hev kom bûn û 15'ê Gulanê pîroz kirin. Di şahiya vir de axaftinên li ser girîngiya ziman hat kirin. Pişti şahiye pirtûkên çîrokan ên Kurdî hatin belavkirin. Şahi bi muzîke bi dawî bû.
WAN: Li Wane jî bi heman armancê, ji aliyê KurdÎ-DER'a Wane ve li Parka Feqiyê Teyran Dîwana Dengbêjan hat avakirin û gelek dengbêjan stran gotin.
ELK: Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi tevlêbûna Rêveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta avahiya şaredariyê meşek pêk anîn. Revebera BDP'a Elkê Rahime Ataman, li vir daxuyanî da û xwest li dijî astengiyên li ser ziman têkoşinê bilind bike.
ŞEMREX: Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî panel hat ayin. Panel li avahiya BDP'ê ya Şemrexê hat ayin. Beriya Panelê li ber avahiya BDP'e daxuyani hat dayîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP, Şaredarî, MEYADER û gelek welatî amade bûn
BISMIL: Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bi heman armancê Nûnertiya Egîtîm Senê li ber Şaxa PTT'e ya Bismile daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP'ê, endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê û gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Cejna zimanê Kurdî pîroz be, em perwerdeya zimanê dayikê dixwazin", "Ziman rumet e, rumetê biparize", "Destê xwê ji zimanê me bikşine", "Qedexekirina ziman hovitî ye" bilind kirin. Endamê Egîtim Sen'ê Haşim Kilinç, bal kişand ser zextên li ser ziman û tundiya li ser ziman şermezar kir.
MÊRDÎN: Egîtîm sen a Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya KESK'e Civina çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Egîtîm Senê Mehmet Can Yildiz, li ser wateya cejna ziman rawestiya û pergala perwerdehiya dewletê rexne kir.
ÊLIH: KurdÎ-DER’a Êlihê bi minasebata Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Zimanê me bingeha jiyana azad û rizgariya demokratîk e” çalekî li darxist. Di çalekiyê de Mamoste Wîldan Ergul Tîlegî, destnîşan kir ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê di encama têkoşîna 35 salan a birûmet û bêhempa de gelê Kurd, di warê nirx û rûmetên neteweyî de gelek serkeftinên mezin bidest xistin.
Li 4 navendan şahî
Li Edene, Şirnex, Wêranşar û Qoserê, bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin.
Di pêşengiya TZP-Kurdî, KurdÎ-DER û saziyên sivîl ên civakî de li Wêranar, Şirnex, Edene û Qoserê şahî hatin lidarxistin. Li navenda Etutê ya Şaredariya Wêranşarê, Navenda Etutê ya Mehmet Yalçin a Şaredariya Qoserê, li Salona Dawhete ya Şaredariya Şirnexê û li taxa Anadolu ya Yuregîra Edeneyê bi girseyî pîrozbahi hatin lidarxistin. Di şahiyan de pankartên "Zimanê Kurdî bila bibe zimane fermî", "15'ê Gulane Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be" hatin vekirin. Dipîrozbahiyan de pankartên "Ziman rumet e", "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê ziman aşitî nabe" û dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Di bernameyan de axaftin hatin kirin muzîk hat guhdarkirin, govend hat gerandin û pişt re jî meş hat lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Mexmûrê pîrozbahiya cejnê
Saziya Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi daxuyaniyeke girseyî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Cejna Zimanê Kurdî li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi daxuyaniyeke girseyî li ber Dibistana Şehîd Jiyan a Navîn hat pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd bi salan ji hela hêzên desthilatdar û dagirkeran ve hatiye perçiqandin û bizext û zordariyan re rû bi rû ma û wiha hah gotin: "Bi hezaran sale Gelê Kurd ji tevayî mafên gerdûnî û mafên mirovî hatiye bê par hiştin û herdem zordarî li ser hatiye meşandin. Ev qirkirin û zordarî ne tenê di hêla fizîkî de, di hêla giyanî, çandî, derûnî, zayendî û gelek aliyên din de pêk hatiye. Çand û dîroka wan hatiye dizîn. Hebûn û nirxên wan hatiye binpê kirin. Bi taybet zimanê Gelê Kurd ku nasnameya wan bû hatiye qedexekirin û hewldanên bişaftinê herdem bûye armanca bingehîn ya dagirkerên Kurdistanê û hêzên desthilatdar."
Xwedî li zimanê xwe derkevin
Di berdewama daxuyaniyê wiha hat gotin:'' Li beramberî tevayîvan êrîş û pêkanînên ne exlaqî û dij-mirovahiyê, gelê Kurdê qehreman tu caranserî xwe ne tewandiye û berxwedane kî birûmet daye nîşandin. Li gel ewqas êş, azar, zorî û tengasiyan ger em li asta zimanê Kurdî ya îro ku bi saya Rêber Apo, tekoşîna azadiyê û pakrewanên nemirgihiştiyê binêrîn, em dikarîn bêjîn tekoşîna pêşiyên me û kedaşehîdên me hêlaye em îro serbest û azad bi zimanê dayîka xwe bihizirîn, bipeyivîn, bixwinîn û binivîsîn. Em weke Saziyaperwerdê ya wargeha Ş.Rûstem Cudî roja cejna Zimanê Kurdî serî de li Rêber Apo, tekoşîna azadiyê, şehîdên bê mirin û tevayî gelê Kurd yê ji bo hebûna xwe tekoşîn dide pîroz dikîn û bang li tevayî gelê Kurd dikîn li zimanê xwe xwedî der bikevin, ji ber ku zimanê me dîrok, çand, nasname û hebûna meye. Ji ber ku ger ew çavên xwe nevekin jî û gûhê xwe ne vekin jî, gelê Kurd biryara xwe ya parastin û pêşxistina zimanê dayîka xwe zimanê Kurdî daye."
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmayên "Bijî Serok Apo" gotin.
DÎHA/MEXMÛR