Ji bo piştgiriya Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) pişti rêzgirtina deqeyekê berendamên PÇDK’ê herêma Behdînanê Mehdî Salih Reşîd axiftinek kir. Salih di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser giringiya hilbijatina û bernameya PÇDK’ê ji gel re kir. Berendam Salih dîroka sîstem û deshilata xirab û bê mafiya li Başûrê Kurdistanê li ser gel tê meşandin kir û wiha got: “ Armanca me guhertin û dubare nekirina van sîstemên bê hevsengiye. Her wiha bi dengdana we wê sedemekî nû û demokratîk dest pê bike.”
Di şahiyê de koma Çiya, Koma Sîpan Welat, ji koma Awazên Çiya hunermend Baran beşdarî şahiyê bûn. Şahî heyanî êvarê seat 19.00 berdewam kir.
BERWARÎ