Axaftvanan 13’emîn salvegera damezrandina PYD`ê pîroz kir, xebat û têkoşîna wê ya di xizmeta gel û doza wê de silav kir. Di şahiyê de her wiha gelek tabloyên hunerî ji Muzîk, Stran û Şanogeriyê hatin pêşkêşkirin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî bi rêya telefonê beşdarî şahiyê bû û pîrozbahî li beşdaran kir û bi kurtî li ser rewşa giştî ya ku Rojava tê re derbas dibe axivî. Hunermendên Koma Berxwedan ”Xelîl Xemgîn, Sosin, Elî Gavan, Ferîd Kurdax, Şerîf Omerî, Îbrahîm Kurdî û Hemîd Bahoz” û Koma Rojava ya Stran û Şanoyê jî bi beşdarbûna xwe şahî xemilandin û geş kir.
Li Berlînê jî şahî hebû
Bi heman rasthatinê rêxistina PYD´ê ya Berlînê jî, li paytexta Elmanyayê bi amadebûna sedan Kurdistanî û nûnerên partiyên Kurd ên li Berlînê şahiyek orgenîze kir.
Salona şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD`ê û YPG/YPJ`ê hatibû xemilandin.
Di şahiyê de nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm axivî û got: "PYD bi berxwedaneke mezin hat damezrandin û bû stûna bingehîn a serhildana 2004`an." Di şahiyê de koma Şehîd Welat, Koma Viyan a foliklora Kurdî û Koma Robar a Şano jî bi hunerê xwe beşdar bûn.
BREMEN/ BERLÎN