Di şahiyê de bi dehan zarok, mamosteyên wan, mamosteyên Tevgera Ziman û Perwerdeyê û endamên çand û hunerê amade bûn. Rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya  Waşokanî Sîpan Xelat di şahiyê de axivî û got: “Ji ber ku zarok esasê pêşeroja civakê ne, me jî xwest şahiyekê çêbikin.”

Mamosteyên dibistana taxa Newroz jî sipasiya Navenda Çand û Hunerê kir û serkeftin ji karê wan xwest. 

Piştî axaftinan koma muzîkê Şehît Şînda stran gotin. Koma govendê ya bi navê Kulîlkên Mizgîn dîlan û koma şanoyê ya bi navê Şehî Yekta jî lîstikên xwe pêşkêş kirin. Şahî ji bo zarokan bi belavkirina şêraniyê bidawî bû. 


 ANHA/SERÊKANIYÊ