Li bajarê Stuttgar ê  Almanyayê bi mebesta piştgiriya şoreşa rojavayê Kurdistanê şahiyet hate lidarxistin.  Şahî ji aliyê rêveberiya Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê û Meclîsa Gel a Stuttgartê ve hate organîze kirin.  Şahiya ku ji aliyê Yusuf Şerbet û Berfîn Balaban ve hate pêşkêş kirin, pêr êvarî li bajarokê Wangen a Stuttgartê li navenda salona Arena Kultur Hausê bi tevlîbûna 1500 kesî pêk hat.

Şahiya piştgiriyê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  Solana şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan,  wêneyên pêşengên PKK ê, alên PKK ê û KCK ê hatin xemilandin.   Bi destpêka şahiyê re li ser navê komîteya amadekar a şevê, hevserokê Meclîsa Gel a Stuttgartê axifî.  

'Rojava parçeyekî şoreşa Kurdistanê ye'

Di şahiyê de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axifî.  Salih Muslim di axaftina xweda bal kişan li ser girîngî û pêşketinên bi rojavayê Kurdistanê.  Muslim bal kişande ser van mijaran: "Wiha got gelê Kurd her çiqasî ji aliyê dijminên we ve bi koçberî û penaberiyê ve rû bi rû ma jî tû carî ji welatê xwe qut ne bûye û di mejî de ji Kurdistanê dur ne ketiyê û her tim pêre jiyayê. Tişta ku îro li rojavayê Kurdistanê  tê jiyîn bêguman şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Pêwajoya vê şoreşê ji 2004'an û vir de berdewam dike. Şoreşa Rojava jî  perçeyek ji şoreşa Kurdistanê ye. Destkeftinê vê şoreşê destkeftinên şoreşa Kurdistanê ne. Gelek derdor li ser gelê Rojava û şoreşa wan di nav hewldanên qirêj û gemar dene. Dixwazin gelê me bi birçîbûn û xizaniyê teslîm bigirin. Lê gelê me lîstokên ku dijmin di xwest li ser pêk bîne bi berxwedana xwe vala derxist. Dîrokek me ya berxwedanê heye. Îro jî em vê dîrokê di meşînin. Ji Şêx Seîd, Seyîd Riza, Kazî Mihemmed hetanî roja îro berxwedan û şoreşa Kurd a heyî me jê sûd wergirti ye. Îro jî wekî şagirtê Rêber Apo emê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê jî, tu hêz û quwet wê nekaribin me bi xapînin. Emê nebin leşkerê tu hêz û kesan. Hemû derdoran dît ku li Helebê, Efrînê û li Serêkaniyê çawa êrşîker şikestin û şûnde vegeriyan."
Salih Muslim, di axaftina xwe de, helwesta dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê û Serowezîrê Tirk Erdogan rexne kir û wiha got: "Lîstik û kiryarên qirêj ên li ser gelê me rû didin bi giştî bi destê hikûmeta Tirk û Erdogan pêk tên. Pêwîste ev yek werê dîtin û gelê Kurd di vî warî de hişyar be. Gelê Rojava bi salan birçî, tazî û xizan jî bi mîne wê tûcarî teslîmiyetê qebul neke. Ew derdorên di xwazin gelê me di zivistanê de bê ardû û mazot di hêlin wê berxwedan û kerametê gelê me bibînin. Emê bi şeref û berxwedana şagirtên Rêber Apo tu carî bêrûmetiyê qebul nekin. Jiber ku doza me doza azadiyê ye , doza me doza şerefê ye."
Şeva pîrozbahiyê a girseyî pîştî axaftin û xwendina peyaman, li ser nirxên ku sedema hebûn û damezrandina PKK ê ne, sinevizyonek hate temaşe kirin. Di bernameya şahiyê ya çandî de, Cewad Merwanî, Berwan Arîn, Silbus û Tarî, Zeynep Enhas, Grup Mozaîk, Îrfan-Îhsan û Seydo Hazar (Kalo) ku cîh digirtin derketin li ser dikê. Şahî heta derengiya şevê bi girtina govendê berdewam kir.


ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART




Li Gavleyê piştgiriya Rojava


Li bajarê Swêdê Gavleyê Kurdistaniyan bi armanca piştgiriya rojavayê Kurdistanê û protestokirina êrîşên komên çekdar ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin,  xwepêşandanek li dar xistin.  Kurdistaniya guh neda hewaya sar a ku 13 pile li jêra sifirê bû û daketin navenda bajêr.  Kurdan di xwepêşandanê de alên PYD,  PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên kesk,  sor û zer hilgirtin,  di xwepêşandanê de dirûşimên piştgiriya bi Rojava re û li dijî êrîşên komên çete hatin gotin.
Xwepêşanda li Qada Storatorgetê pêk hat,  bi axaftina nunerê PYD’ê Şiyar Elî dest pê kir.  Elî destnîşan kir ku li Rojhilatanavîn pêşketinên dîrokî diqewimin û got ku êdî gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike rabûne ser piyan û ev yek desthilatiya AKP’ê dixe nava xof û tirsê,  ji ber wê jî destekê dide komên çete daku êrîşê Serêkaniyê bikin.  Elî bal kişand ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên ku YPG’ê ava kirine berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
Her yek ji Endama Şaredariya Gavleyê Jîn Akgul Haco û Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Sevîm Battê axaftinek kirin û polîtîkayên hukûmeta AKP’ê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser Serêkaniyê bi tundî şermezar kirin û piştgirî dan têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê.
Xwepêşandana Kurdan piştî axaftinên nunertiya Partiya Çep a Swêdê ya Gavleyê ku têde piştgirî da şoreşa Rojavayê Kurdistanê,  bi dirûşiman bi dawî bû.  

ANF/GAVLE