KCDK-E: Ew ê bibe wezîfeya me ya esasî ku em xwedî derkevin li vî hevrêyê xwe yê ku bi wêrekiyeke mezin jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya Kurdistanê kir, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi xurtî li ber xwe da û şehîd bûyî.

Ugur Şakar 20 Sibatê li bajarê Elmanyayê Krefeldê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêndegiya beramberî çalakiyên greva birçîbûnê bedena xwe dabû ber agir. Ugur Şakarê 44 salî doh li nexweşxaneya lê derman dibû, şehîd bû. KCDK-E´yê banga xwedîderketina li berxwedanê û li berxwedêr Ugur Şakar li Kurdistaniyan kir û got, “Em hevrêyê xwe yê ku manîfestoya berxwedanê xêzkirî, bi merasîmeke muhteşem, bi beşdariyeke bihişmet û bi diruşmeyan ber bi ebediyetê ve bi oxir bikin.” NAV-DEM´ê jî banga “Em bi ruhê agirê azadiyê yê biharê ku Ugur Şakar pêxist, beşdarî vê Newrozê bibin.”

Ugur Şakar ê Dersimî li dijî tecrîdkirina Ocalan û krîmînalîzekirina Kurdan bi destê dewleta Elman, çalakiya xwe ya fedaî li da xistibû. Wî 20 Sibatê li ber Dadgeha Krefeldê bedena xwe dabû ber agir. Şakar doh berê sibehê li Nexweşxaneya Duisburgê ya ku lê derman dibû, şehîd bû.

Sersaxî li Komeleya Elewî ya Neussê ye

Piştî ku Şakar şehîd bû, Kurdistanî çûn ber nexweşxaneyê. Sersaxî ji bo Ugur Şakar ji niha ve li Komeleya Elewî ya Neussê tên qebûlkirin. Dawiya hefteyê jî malbat wê serdanên sersaxiyê qebûl bike. Hat zanîn ku piştî karûbarên cenazeyê hal bûn, dozgerî wê karibe roja duşemê cenaze bide malbatê. Lê belê hîna diyar nebûye ka wê merasîma cenaze kengî û li ku derê çêbe. Şakar ê ku li nifusa gundê Panciras ê ser bi Pilemorî ya Dersimê qeydkiriye, li Elmanyayê hatiye dinyayê.

Yekane rêya ber bi serketinê ve

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewrûpa (KCDK-E) li ser şehadeta Şakar got, wî bedena xwe da ber agir û di “Pengava Tecîrdê em bişikînin, Faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” debûye xwedî helwêsteke fedaî û wiha dewam kir: “Ew ê bibe wezîfeya me ya esasî ku em xwedî derkevin li vî hevrêyê xwe yê ku bi wêrekiyeke mezin jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya Kurdistanê kir, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi xurtî li ber xwe da û şehîd bûyî. Li şehdaetên ku bi çalakiya fedaî ya Zulkuf Gezen dest pê kirî, îro (doh) hevrêyê me Ugur Şakar jî zêde bû. Van şehadetan nîşan da ku ev pêngav êdî bûye pêngavek ku encama wê bibe serketin. Ji bilî vê ti rêyên din nînin.”

Bihişmet em wî bi oxir bikin

KCDK-E´yê banga xwedîderktina li cenazeyê Şakar kir û ev peyam da: “Li pêşberî hevrêyên me yên şehîd bûne yekane tişta em bikin ew e ku bi xurtî xwedî li wan derkevin û bi berxwedanê bersivê bidin mîrateya wan. Nameya ku hevrêyê me Ûgûr Şakar nivîsî di heman demê de manîfestoya me ya berxwedanê ye. Divê em hevrêyê xwe bi rengê herî heybet hildin ser milan û bi merasîmeke bi heybet oxir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê hate kirin ku tevlî merasîma cenaze bibin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) jî sersaxî ji malbata Şakar re xwest û banga xwedîderketina bi heybet a li cenazeyê li Kurdistaniyan kir. NAV-DEM´ê îşaret bi wê yekê kir ku Şakar bi nameya xwe ya ji bo çalakiyê de bal kişandiye ser bêdengiya saziyên Ewrûpî û zextên Elmanyayê yên li Kurdan û wiha dewam kir: “Divê em hemû, di serî de Elmanya nerazîbûna xwe ya li dijî bêdengiya Ewrûpayê îfade bikin. Derketiye holê ku çalakiya xweşewitandinê ya vî hevrêyî, hikûmeta Elmanyayê jî berpirsiyar e. Em bi ruhê agirê azadiyê yê biharê ku Ugur Şakar pêxist, beşdarî vê Newrozê bibin.”

Ji bo jiyana azad

Nameya Ugur Şakar piştî çalakiya xwe ev nameya hanê li pey xwe hiştibû:

Hevrêyên ezîz

Ez tecrîdkirina Rêber Apo protesto dikim. Ez wan hevrêyên xwe yê di grevên birçîbûnê de yên ku bi qasî di ber de bimirin hez ji jiyanê dikin, silav dikim.

Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe bidin. Ez bawer dikim ku li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê Kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin bikim.

Ez welatên Ewrûpayê yên ku qaşo dergûşa demokrasiyê ne jî, protesto dikim.

Ez modernîteya kapîtalîst jî protesto dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya CPT’ê digirin.

Ez şideta polîsên Elmanyayê û zextên li dijî Kurdan lanet dikim.

Ji dêvila ku em ê wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû Kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin.

Em ê bi ser kebin.

Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xeleq ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq.

Bê Serok jiyan nabe.

Bijî Serok Apo.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN