HELEB

Tevlî rewşên şer û zehemtiyên jiyanî yên li Helebê, Mala gel a taxa Eşrefiyê bi armanca bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez civîn lidarxist. Civîn li Mala Gel a taxê bi tevlîbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk a TEV-DEM'ê Gulan Kawa axivî û 3 tekoşerên kurd ên jin bibîr anîn. Gulan Kawa da zanîn ku komkujî di bajarekî ku sîstema çavdêriyê lê pir lipêşe pêk hat û got, şerme ji himûmeta Firansayê ku heta jina kujeran eşkere nake û ji wan xwest ku di zûtirîn dem de kujeran eşker bike. Gulan Kawa, destnîşan kir ku komkujiya Parîsê li dijî firkr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku her dem ji bo azadiya jinan tekoşîn kiriye pêk hatiye. Di dawiya civînê de beşdaran komkujî şermezar kirin û soz dan ku dê heta dawî li ser xeta cangoriyan têbikoşin.


EFRIN
Rêxistina Yekîtiya Star li navçeya Şêrewa û Bulbilê yên Efrînê civîn lidar xistin. Herdû civîn bi tevlîbûna sedan kesî bi rêzgirtinê destpê kirin. Di civîna Şêrewa de Endama Desteya Rêveber a Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sema Sarya axivî û berxwedana Sakîne Cansiz ya di xeta azadiya Gelê Kurdistanê de vegot. Sema Sarya got, Cansiz heta roja dawî ya jiyana xwe de ji bo xizmeta gel tekoşîn kir. Sarya, da zanîn ku Sakîne bûye sembola tekoşîna hemû jinên cîhanê. Di civîna Navçeya Bulbulê de jî Endama Yekîtiya Star Gulê Reşo axivî û bal kişand ser berxwedana Sakîne û hevalên wê û got:'' Em baş dizanin ku heman destên ku Hevala Sakîne û hevalên wê şehîd kirine, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan komplo pêk anîne. Reşo, destnîşan kir ku dê jinên kurd dê bi hemû îmkanên xwe têbikoşin da ku kujer bêne darizanin. Jinan bi diruşmeyên ''Bijî Serok APO'' dawî li civînên xwe anîn. Jinên Kurd li bajarê Efrînê jî bi heman armancê li navenda xwe ya bajêr civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna dehan jinan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Meclîsa PYD'ê Hêvîn Reşîd axivî û bal kişand ser berxwedana Sakîne û hevalên wê. Hêvîn, da zanîn ku sakîne û hevalên xwe bûn sembola îradeya azad a hemû jinên kurd. Hêvîn bal kişand ser dîroka jiyana Sakîne û hevalên wê. Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê jî rêxistina Jinan a PYD'ê bi tevlîbûna dehan jinan civînek lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. pirştre li ser navê jinên PYD'ê daxuyaniyek ji aliyê Mîdya Nûman hate xwendin. Mîdya Nûman, komkujiya Parîsê ku li dijî 3 siyasetmedarên jin ên kurd pêk hat bi tundî şermezar kir û got ku Sakîne û hevalên xwe nûnertiya îradiya azad a hemû jinên Kurdistanê dikirin.  Mîdya Nûman, ji Hikûmeta Firansyê xwest ku di zûtirîn dem de kujeran ji raya giştî re asker bike. Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina riya tekoşerên jin ên kurd Sakîne, Fîdan û Leyla hate dayîn.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbesipiyê jî Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li navenda çand û hunerê ya Bajêr civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser jiyana Sakîne Cansiz û berxwedana wê ya Çiyayê Kurdistanê û Ewropayê Sînevizyon hate pêşkêş kirin. Piştre Endama Yekîtiya Star Amed Cûdî axivî û bal kişand ser berxwedana Sakîne Cansiz a di nava PKK'ê de û got ku Sakîne bûye sembola jina tekoşer. Amed Cûdî, destnîşan kir ku Sakîne ji aliyê rêjîma Tirkiyê ve hate girtin û rastî îşkenceyê jî hat. Di dawiya civînê de li ser berxwedana Sakîne û hevalên wê ji aliyê Roza Elî ve helbest hatin xwendin.

 NAVENDA NÛÇEYAN