MEHMET ŞAH ORUÇ/CAHÎT OZBEK MA/AMED
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, banga tevlîbûna komxebata yekitiya neteweyî ya ku ji aliyê partiyên kurdan ve bê lidarxistin kir û got: “Sala 2020’an wê bibe sala kurdan.”
10 partiyên kurdan ê bi rojeva yekitiya neteweyî di 5’ê Kanûna 2019’an de li Amedê kom bûn, di 18-19’ê Çile de wê li bajêr komxebatekê li dar bixin.
Ji bo tevlîbûna komxebatê, ji hemû partî, nivîskar, saziyên civaka sîvîl, sazî û dezgehên kurdan re vexwendname hatin şandin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier axivî û got; Divê êdî yekitî veguhere, mekanizmayekê. Di dîroka Kurdistan û gelê kurd de yekemîn care ku 10 partiyên kurd tên gel hev. Ev 10 partî niha li gel hev, xebatên yekitiya neteweyî bi rêve dibin û ev ji bo kurdan pêşketinek pir girînge.”
“Eger ku kurd yekitiya xwe ava nekin, wê hemû destkeftiyên wan jî ji destên wan biçin. Yekitiya neteweyî, teqez divê di sala 2020’an de bê avakirin. Bi vî awayî sala 2020’an wê bibe sala Kurdan.”