Di demekê de ku dewleta Tirk qîma xwe bi şerê li Bakurê Kurdistanê neanî û şer hingavte nava Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, Komîteya Navendî ya PKK’ê di navbera 20-28’ê Cotmehê de civîna xwe ya asayî ya salane li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. Komîteya Navendî ya PKK’ê biryar da ku li Bakur bi serketinê, li Rojava bi avakirinê, li Başûr bi tevlîbûnê, li Rojhilat jî bi amadekariyeke mezin dest bi sala 40´an a PKK´ê bike. Hemû mijarên siyasî, eskerî, îdeolojîk û rêxistinê di nava 9 rojan de bi berfirehî hatin nirxandin û ji bo serketina têkoşîna azadî û demokrasiyê biryarên girîng hatin dayîn.

Piştî civînê, li ser navê Komîteya Navendî ya PKK’ê, Mûrat Karayilan daxuyaniyek da. Karayilan diyar kir bûyerên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn qewimîne, rastiya nihêrîn û ramanên Ocalan û PKK’ê piştrast kirine û Komîteya Navendî ya PKK’ê di civîna xwe ya asayî ya salane de biryarên dîrokî dane.


Azadiya Rêber Apo esasî ye

Karayilan îşaret bi temamkirina PKK´ê a 39 salên têkoşînê kir û û bi van gotinan sala 40 li xelkê pîroz kir, “Di vê dîrokê de, yên ku keda xwe heye Rêber Apo ye û şehîdên qehreman in. Em sala 40. bi navê tevahiya komîteya navendî ya partiyê di serî de li Rêber Apo li tevahiya hevalan, xebatkaran, gelê Kurdistanê û gelên herêmê pîroz dikin. Di vê salvegera girîng de, di sala 40. de em di şexsê şehîdê mezin şehîdê yekem hevrê Heqî Karer de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin…

Û em weke partî, sala 40. dikarin bikin saleke mezin. Divê tevahî gelê me û dostên me zanibin, pêşveçûnên îro li Kurdistan û herêmê dibin, hîn zêde bingeha şoreşa azadiya Kurdistan û şoreşa Rojhilata Navîn xurt dikin. Sala 40. li Kurdistanê divê êdî bibe sala pêngaveke nû. Pêşxistina têkoşîna azadiyê, bipêşxistina yekîtiya neteweyî û birêxistinkirina pêngaveke nû ya azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ji bo me erka salê ye, esasî ye.” 


Em salê bikin sala serketina mezin

Karayilan got, sala li pêşiya wan saleke dîrokî ye û wiha de wam kir: “Di vê salê de biryar û nêzîkatiya me ew e, ku em dikarin di meşa azadiya Kurdistanê de destketiyên mezin bigirin. Ji bo vê jî em bi taybetî bi hêza gel, bi pêşxistina rêxistina gel, bi çalakiyên gelêrî li hundir û derveyî welat divê hîn zêdetir xurt bikin. Li ser vê bingehê, berxwedana gerîla û berxwedana hêzên parastinê li her deverên Kurdistanê xurtir bikin. Bi vî rengî em salê bikin sala serketina mezin, bikin sala meşa azadiyê.”


Sala azadiya Kurdistanê

Li ser navê Komîteya Navendî ya PKK´ê Murat Karayilan bang li tevahiya gelê Kurdistanê, nexasim siyasetvan, çalakgerên civaka sivîl û dostên têkoşîna azadî û demokrasiyê kir ku “beşdarî vê sala dîrokî bibe” û gotinên xwe wiha dewam kirin: “Bi vî rengî em vê salê bikin sala yekîtiya neteweyî, sala serketina şoreşê, sala azadiya gelan, sala azadiya Rêber Apo û sala azadiya Kurdistanê.”

Karayilan îşaret bi erkên her kesî û derdorê kir, doza serketinê ji her kesa beşdar re kir û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dibêjin sala 40. wê sala serketina PKK’ê be, wê sala serketinê be, sala serketinê be, sala serketinê be.”


ANF/BEHDÎNAN