Di sala xwendinê de Desteya Perwedeyê û Komîteya Perwedeya Demokratîk ji bo pêşxistina sîstema perwedeyê ya li gorî materyalên nû, xebat meşandin. Li tevahiya Kantona Cizîrê 4 hezar mamosteyan 90 hezar û 843 xwendekarên asta seretayî perwede kirin.

Hinek derdoran îdîa kirin ku ev sistem biser nakeve û bi riya hinek saziyên çapemeniyê antîpropaganda kirin, lê piştî 9 mehên perwerdeyê sîstem rûnişt û malbatan jî erênî pêşwazî kir.

Di beşa yekem a xwendinê de hejmara xwednekaran 86 hezar bû, lê di beşê duyemîn ê xewendinê de gihişt 90 hezar û 843 xwendekaran. Materyalên nû ya xwendinê ji bo xwendekarên refa yekem, duyem û sêyem hate hazirkirin. Dihat payîn ku metriyalên xwendekaran bi zimaên Kurdî, erebî û suryanî jî bêne amadekirin. Minhacên bi zimanên erebî û suryanî  ji ber ku mamostyên pispor ên zimanê suryanî nebûn ev yek bû kelem ku suryan bi zimanê xwe nikaribin materyalan hazir bikin.


Perwerdeya Erebî û Suryanî

Piştî gelek nîqaşan ji hemû pêkhateyan biryar hate dayîn ku metreyalên zimanên Erebî û Suryanî yên nû jî bêne hazirkirin. Bi vê yekê mamosteyên Ereb û Suryanî jî dest bi amadekirina metriyalên nû kirin.

Desteya Perwerdeyê di çarçoveya amadekariya sala nû ya xwendinê û destpêka metriyalnê nû lez dan xebatên xwe, ji bo amadekariya metriyalên bi zimanê Suryanî li Qamişlo peymangeha zimanê Suryanî Orhî hate vekirin. Her wiha dê peymangehên bi zimanê Erebî li bajaroka Zurgan, Qamişlo û Hesekê bêne vekirin. Armanc ji vekirina peymangahan ew e ku metriyalên li ser bingeha Neteweya Demokratîk bêne dayîn da ku karibin metriyalên nû bêne dayîn.


DÎCLE YÛSIF/ANHA/QAMIŞLO