Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê ku ji sala 2006’an ve kar dikir û ji aliyê qayyûmê ve hatibû girtin, şewitî.
Di salonê de pêr saet 15.20’î de li qata jor ku makîne û odeya arşîvê lêye şewat derket. Heta îtfaiye hat salon şewitî jî. Cîgerê Şaredar Vahap ASma got ku îhtîmala sabotajê jî heye, ji gelek aliyan ve lêkolîn tê kirin û got: “Salon ev demek e ji bo nîşandayînan girtî bû. Em ji gelek alî ve sedema şewatê lêkolîn dikin.”
Li aliyê din gel dibêje îtfaiye dereng hat. Şaredariya Êlihê ku dema destê DBP’ê de bû salon ava kiribû û “Festîvala Fîlman” jî di nav de ji bo nîşandayîna gelek fîlman mazûvanî kiribû. Piştî hikumeta Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danîbû ser şaredarî salon hatibû girtin.
ÊLiH