Li Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Cindirisê ya Efrînê Yekîtiya Star bi mûnasibeta 8. salvegera damezrandina Yekîtiya Star civînek lidarxist. Di civînê de Endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî. Ehmed bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jina kurd diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jî jin îro pêşengiya şoreşê dike. Ehmed got,  "Bi destpêkirina şoreşa azadiyê re jin giha mafên xwe, di têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê de jin xwedî rolek sereke ye." Ehmed da zanîn ku jina Kurd ji bo azadiya gelê Kurd tevdigere û di xebatên siyasî û rêxistinî de cih digre. Ehmed got, "Êdî jina Kurd xwedî vê hêzê ye ku dikare gelê xwe biparêze, ji ber ku hem di fikir û hem jî di warê çekdarî de xwe bi rêxistin kiriye. Jina Kurd di hemû Rojhilata Navîn de rol dilîze." 

ANF/EFRÎN