Bi pêşengtiya Raghandina Azad a Jin li Salona Rewabî ya bajarê Qamişloyê Kantona Cizîrê, salvegera yekem a Kovara Asoya Jin bi şahiyekê hat pîroz kirin. Bi tevlîbûna Seroka Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî, Rêvebiriya Xweser a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed, Rêvebira Raghandina Azad a Jin Jiyan Hêvî û her wiha Edîtora Kovara Asoya Jin Belî şahî dest pê kir. 

Hunermend Canê jî tevlî şahiyê bû û di serî de salvegera damezrandina Kovarê pîroz kir û dûvre stran gotin. Di berdewamiya şahiyê de Rojnemevan û damezrênera Kovara Asoya Jin Nêrgiz Ismaîl axivî û bi helbestekê hestên xwe li derbarê şoreşa Rojava de anî ziman.


Bi destê jinan tê derxistin

Di heman demê de derbarê salvegera Kovarê û xebatêm wê de Edîtora kovarê Etiya Belî axivî û wiha got: ''Kovara me bi zimanê Kurdî weşana xwe dike, sedema vê yekê jî li Rojavayê Kurdistanê pêşxistina hişmendiyê zimanê Kurdi ye. 


'Xwedî lê derkevin'

Li aliyekî din jî Endama Rêveberiya Ragihandina Azad a Jin Jiyan Hêvî ji got, hemû têkoşîna Kovarê ewe ku rengê jin ronî bike û heqîqeta jinê binvîse. Jiyan Hêvî behsa asta ku îro jina Kurd gihêştiye kir û wiha pêde çû: "Ji tevahiya jinan re dibêjin bila hemû jin xwedî li kovara xwe derbikevin. Ji ber xwedî derketina li Kovarê xwedî li derketina nasnameya xwe ye."

Hevseroka Partiya Guhartina Demokratîka Kurdistan Mizgîn Zêdan nêrîna xwe wiha vegot: ''Bi rastî Kovara Asoya Jin rengekî gelek xweş daye xebata Rojava ya jinê û hêviya me ew e ku pêşketinên zêdetir di xebatên xwe de pêkbînin.'' 

Di dawî de dayîka bi navê Mûnîra Şamîl jî Kovara Asoya Jinê li hemû jinan û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan pîroz kir. Şahî bi birîna pastê û bi durişmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 


 JINHA/QAMIŞLO