Bi boneya salvegera 4’emîn a vekirina Radyoya Dengê Cûdî FM ya ku li Qamişlo weşana herêmî dike, bi tevlîbûna sedan kesî şahiyek hate lidarxistin.
Di şahiyê de Hevserokê Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) Ekrem Berekat axivî û salvegera vekirina dengê Cûdî li tevahiya gelê herêmê pîroz kir. Berekat destnîşan kir ku saziyên çapemeniyê yên Rojava wekî alternatîf derketin û bi roleke mezin derketin pêş.
Di dewama şahiyê de Koma Botan û Koma Cûdî stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin. Li ber stranan beşdaran xelekên govendê gerandin.
Her wiha di dawiya şahiyê de sînevizyonek ku ji aliyê YRA’yê ve li ser Cûdî FM hatibû amadekirin, hate nîşandan.
ANHA / QAMIŞLO