
Li bajarê Manchester ê Brîtanya bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û damezrandina PJAK’ê semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî axivî.
Li bajarê Manchester ê Brîtanyayê pêr ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê ve bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û roja damezrandina PJAK’ê semînerek hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî semînerê bûn.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî axivî. Moînî di axaftina xwe de bal kişande ser rewşa îro ya PJAK’ê, rewşa herêmê, hilbijartinên Îranê, peywendiyên li gel hizbên Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên AKP û dostên wê yên ser Şengalê.
Piştre jî peyamên Rêxistina Ciwanan, Tevgera Goran, PYD û Hizba Komunîsta Brîtanya hatin xwendin û bi boneya salvegera damezrandina PJAK’ê pîrozbahî lê hat kirin. Semîner bi pirs, pêşniyar û rexneyên beşdarvanan bidawî bû.
MANCHESTER