Pîrozbahî li taxa Frolûnda pêk hat. Salona pîrozbahî lê hate lidarxistin bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Kurdistanê û alên PKK û KCK’ê hat xemilandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoŞîna azadiyê, Hozan Dilşad Hewlêrî berhemên xwe yên bi soranî pêşkêş kir. Kurdistaniyan tevî dostên xwe, govend gerandin. Piştre sînevîzyonek li ser avabûn û têkoşîna PKK’ê hate nîşandan. Dûre peyamên YNK, PYD, Partiya Çep a Swêdê hatin xwendin.

Tirkiye piştgiriyê dide hêzê tarî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî li vir axivî û qala pêvajoya damezrandina PKK’ê kir. Aydar rewşa dawî ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî nirxand. Aydar da xuyakirin, ku di nava 38 salan de PKK li gelemperiya Kurdistanê belav bûye û xîtabî hemû gelan dike. Aydar işaret bi dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve kir û got, “Dewleta Tirk berê destek dida hêzên tarî yên mîna El Nûsra û DAIŞ’ê. Lê berî niha bi çend mehan, bi artêşa xwe da nava Rojavayê Kurdistanê. Niha li Rojava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime ku Rûsya, DYA, Ewropa, Tiriye û hêzên din di navê de hene. Êdî hêzên Kurdan ên bi tank û topan hene. Nêz e ku kanton bigihêjin hev û serketin misoger bibe.”

Piştre Hozan Sîdar û Kawa derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.


 ANF / GOTEBORG