Bi boneya du sal li ser îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê derbas bûn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şahiyek li dar xist. Hemû heyetên Xweseriya Demokratîk, Nûnerên Partî û Tevgerên siyasî û Nûnerên pêkhateyên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Serokê Meclisa Rêvebir a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, Cîgirê Serokê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Mûsa Şêxmûs, li ser navê Meclisa Kantona Kobanê Enwer Muslim û gelek nunerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivîn. 

Di axaftinan de salvegera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê hate pîroz kirin û hate diyar kirin ku destketiyên Rêveberiya Xweseriya  bi xwîna hemû şehîdên hêzên parastina xaka Rojava bidest xistine. 

Piştî axaftinan endamên Navenda Çand û Huner a Hurî ya bajarê Amûdê û helbestvanê Kurd Ferhad Merde hunera xwe pêşkeş kirin. 


 ANHA/QAMIŞLO