
Li bajarokê Rebî yê li ser sînorê Iraq û Rojavayê Kurdistanê, ciwanên Ereb ên ji eşîra Şamar, di bin sîwana YPG'ê de li refên pêş li dijî DAIŞ'ê şer dikin.
Nifûsa Kurd û Ereb a piştî rizgarkirina Til Koçer di 26'ê Mijdara 2013'and e ji çeteyên DAIŞ'ê li bajê vegeriyan, ji bo parastina bajarê xwe bi awayekî aktîf di nava YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê de cih girtibûn.
Gelek ciwanên eşîra Şamar a bi serokatiya Ehmedî Dehman ku piraniya gelê Ereb ê li Til Koçerê temsîl dike, li nava refên YPG'ê de cih digirin. Ciwanên ku 9 mehan perwerde dîtin, ji 2'ê Tebaxê û vir ve li dijî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li bajarokê Rebîa yê li pêşberî Til Koçer e, şerekî dijwar dimeşînin.
Salim Mîzel: Yekem car tevlî şer dibim
YPG'yiyên Şamarî yên yekemcar tevlî şerekî bi vî rengî bûn ji ANF'ê re axivîn. Salîm Mîzel ê ji Til Koçerê got, "Nêzî 9 meh in ez endamê YPG'ê me. Heta niha em hem di perwerdeya leşkerî hem jî ya îdeolojîk de derbas bûn. Piştî ku tevlî refên YPG'ê bûm, min hîs kir ku însan im. Bi taybetî piştî ku min parêznameyên Serok Apo xwend, gelekî li ber xwe ketim ku heta niha min Rêbertî nas nekiriye."
Mîzel da xuyakirin ku dem hatiye ew perwerdeya xwe ya neh mehan bixin meriyetê û got, "Cara yekemîn e tevlî şer dibim. Ji ber vê yekê gelekî bi heyecan im. Ji ber ku di oxira armanceke ewçend pîroz de şer dikim, gelekî hestewar im. Li vir manewiyata me gelekî bilind e. Ji ber ku bi xwişk û birayên xwe yên YPG'yî re xaka Rojava diparêz im, gelekî kêfxweş im. Yê xaka xwe biparêz e wê şerefa xwe jî biparêz e. Ez jî bi vî rengî tevdigerim. Namûsa xwe diparêz im. Ji bo li dijî DAIŞ'ê xaka xwe biparêz in em têdikoş in. Serketin a me ye."
Rîmen: Ji bo parastina rûmê
Endamekî YPG'ê yê Şamarî yê bi navê Mazlûm Rojava jî dibêje, "Em ê rê nedin ku DAIŞ hovîtiya xwe li Rojava bicih bîne. Ew mirovahiyê nas nakin. Ji bo ew nekevin nava vê xakê çi pêwîst be emê wê bikin."
Şervanê bi navê Rîmen ê ji baskê Mesaîl ê eşîra Şamarê jî destnîşan kir ku ew ji bo parastina xaka xwe li hemberî DAIŞ a bê şeref, li vir in. Rîmen got, "Li cem wan onûr, şeref, namûs nîne. Gelekî bi heyecan im ku di nava YPG'ê de yekemcar tevlî şer dibim. Ez natirsim, ji ber ku dizanim li pişt min mirovên bi onûr û şeref hene. Êdî zilmê hîs nakim. Ji ber ku hîs dikim ku ez bi hêz im."
Şervanên YPJ
Şervana Jin Rûken jî diyar dike ku ew yekemcar tevlî şer dibe û dibêje, "Destpêkê ji dengê topan ditirsiyam. Lê dûre hîn bûm. Dema min hevalên birîndar û şehîd dît, gelekî pê êşiyam. Dûre wan hêz dan min. Niha li eniya herî pêş im. Dema hêza teqwiyê hat, hinekî hatim qadeke paş. Hevalên min li wir in, ezê careke din biçim wê derê. Ji bo min hesteke gelekî cuda ye. Niha xwe bêtir xurt dibînim û hîs dikim."
Jineke din a YPJ'yî jî dibêje, "Qet nedihat bîra min ku ezê rojekê rahêjim çekan û biçim şer. Ez dizanim ku şerê em dimeşînin, şerê rûmetê ye. 10 meh in em perwerdeyê dibînin. Niha dem dema pratîkê ye. DAIŞ zarokên biçûk, bebekan dikuje. Her şêweyê bêrûmetiyê li jinan dike. Li hemberî vê yekê em gelên Kurd, Ereb û gelên din diparêz in, şerê ji bo vê armancê ji bo min rûmeteke mezin e. Min hevalên şehîd ketin dît. Ji niha û pê ve heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê têbikoş im. Ji ber ku ev têkoşîn têkoşîna mazlûman a li dijî zaliman e."
NÊRGIZ BOTAN
ANHA/REBÎA