Îlham Ehmed got; rejîma Sûriyê bi navbeynkariya Rûsyayê li ser destpêkirina dan û standinên siyasî, derfeta avakirina ‘komîteyeke bilind’ ku erka wê nîqaşkirina Qanûna Rêveberiya Herêmî ya Sûriyê ye û mekanîzmaya rêveberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê kir.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)  Îlham Ehmed ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivî. Îlham Ehmed got: "Gelek hevdîtin li gel nûnerê Rûsyayê ku ji aliyê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, li baregeha Himêmîmê pêk hatin. Ew jî piştî civînên di dawiya sala borî de bi tevahî aliyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ji rêveberên partiyên kurdî, kesayetên Ereb û xiristiyan pêk anîne. Ji lew re civîna me ya hefteya borî temamkirina civîna yekemîn e."

Îlham Ehmed diyar kir hevpeyvînên li Himêmîmê dirêj bûn û tê de di danişîna yekemîn de li ser gelek pirsan hat nîqaşkirin, jê jî çawaniya pêşketina diyalogê û di kîjan çarçoveyê de diyalog pêk bên.

Rûsya bi rola garantoriyê radibe

Îlham Ehmed da zanîn ku hê jî xalên destpêkê bi hikumeta Sûriyê re nîqaş dikin û ji bo veguhastina ber bi diyalogên cidî ve, pêdivî bi plana xebatê heye ku wê detayan bi rêya komîteyên pispor nîqaş bikin. Îlham Ehmed diyar kir ku Rûsya bi awayekî cidî bi rola navbeynkarî û garantoriya xebata siyasî ya dan û standinên bi hikumetê re radibe, her wiha Rûsyayê soz daye ku fişarê li hikumetê bike ji bo tevahî mijaran qebûl bike û di çend rojên pêş de pêk bîne.

Îlham Ehmed wiha dewam kir: "Piştî bidawîbûna nîqaşên li Himêmîmê, di roja duyemîn de me serdana Şamê kir û bi serokê Buroya Ewlehiya Nîştimanî Elî Memlûk re rûniştin û civînek bi beşdariya nûnerê Rûsyayê hate lidarxistin. Wê li benda gotinên ku bikevin pratîkê bin. Wê ev jî pêngavên pratîk û destpêkirina diyaloga giştî ku girêdayî çarenûsa gelê Sûriyê û herêma ku parçeyeke ji dewleta Sûriyê ye, di heman demê de çareserkirina dozên nîştimanî û dan û standinên pê re bi rihekî berpirsyar û ne bi rihê dijminatî, lê bi rihê li ser çareseriya leşkerî, îsbat bikin."

Em gefxwarinê qebûl nakin

Îlham Ehmed li ser gefxwarinên car caran ji rayedarên Sûriyê yên payebilind dibihîzin yên heke “hûn diyalogê qebûl nekin em ê çekan bi kar bînin” got; Ev jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê ev dozên bi nakok û girêk bi rêya diyalogê çareser bibin, her wiha divê hovîtiya şer ji herêmê bê dûrxistin û parastina şêniyên ku ji destê rêxistinên terorî azar dîtin wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên Artêşa Azad ên girêdayî dewleta Tirk, bê kirin.

Em her tim ji pêvajoya dan û standinê re çi li Cinêvê, çi jî bi hikumetê re, bi şêweyekî yekser amade bûn. Ji lew re me xebata li reşnivîsa destûrê û komîteyên pispor kir û nêrîna eşkere ya çareseriyê li gel me heye. Ev jî bi rêya diyaloga li ser dozên hêsan ku rê li pêş dozên bigirêk veke, pêkan e. Lê belê doza mafê neteweyan bi Destûrê dibe."

Mijara QSDʼê mijareke leşkerî ye

Îlham Ehmed diyar kir ku cihê diyalogê ne girîng e, ya girîng xwe gihandina çareseriyekê ye ku gelê Sûriyê razî bike û berjewendiyên wan dabîn bike.

Îlham Ehmed li ser pirsa “di hevpeyvîna bi rejîma Sûriyê re behsa dewlemendiyên xwezayî hate kirin?” weha got: "Di rastiyê de ew dosyayeke pir girîng e ku bandorê li xebata dan û standinê dike. Pêwîst e ku niha wê mijarê biparêzin heta ku bigihînin nexşeyeke siyasî ya çareserkirina tevahî Sûriyê."

Li ser mijara QSDê jî Îlham Ehmed got: "Mijara QSD’ê, mijareke leşkerî ye û bi fermandar û rayedarên leşkerî divê bê nîqaşkirin. Heke lihevkirineke giştî çêbû dê ev hêz bibe parçeyek ji pergala parastinê û parastina dewletê. Lê belê diyarkirina rola wê û şeklê belavbûna wê hê zû ye ku li ser detayên wê nîqaş bikin heta ku ji hikumetê hin nêrînan li ser van dosyayan bibînin."

 

NAVENDANÛÇEYAN