Samî tenê bi lêborînê nerazî ne
MURAT KUSEYRÎ
ANF/STOCKHOLM
Gelê xwecihî yê Skandînavî Samî dibêjin Swêd û Fînlandiya ku ziman û çanda wan qedexe kiribû û polîtîkaya asîmîlasyonê li ser wan kirî tenê lêborînê bixwazin têrê nake û dibêjin divê ev du dewlet bi rabirduya xwe ya nijadperest re hevrû bibin.
Samî, di nav Yekîtiya Ewrûpayê de tekane gelê xwecihî bû, li herêma Laponya ya bakurê Skandinavya bû û xaka wan ji hêla Norwêç, Swêd û Fînlandiya ve hatî dagirkirin, dixwazin neheqiya ku bi sedan sal in li wan hatiye kirin were qebûlkirin û rastkirin.
Heta destpêka salên 1970’yî Fînlandiya û Swêd li ser Samiyan nîqaşên nijadperest domandin. Serê salên 1900’î Samî li baxçeyên heywanan û sîrkên Ewrûpayê hatin nîşandan. Kirin ku zarokên Samî li dibistanan Swêdî û Fînî hîn bibin. Axaftina bi zimanê wan li wan hate qedexekirin.
Petra Laîtî demeke dirêj Seroktiya Souma Samî Nuorat (Komeleya Samiyên Ciwan a Fînlandiya) kir. Ji bo ku Fînlandiya bi rabirdûya xwe re hevrû bibe ji bo avakirina ‘’Komîsyona Rastiyan û Lihevkirinê’ têkoşiya.
Laîtî ku niha Alîkara Wezîra Karê Navxwe Marîs Ohîsalo ye, ji rojnameya HBL’ê re ku li Fînlandiya diweşe, der barê daxwaz û fikarên Samiyan daxuyanî da.
Laîtî got, divê Swêd û Finlandiya bi raboriyê re bêne rûhev.