Aborînasê Marksîst ê Misrî, Samîr Amîn di 86 saliya xwe de li Parîsê wefat kir.

Prof. Dr. Samîn Amîn di 86 saliya xwe de li paytexta Fransayê Parîsê, wefat kir. Rojnamevan Vijay Prashadî li ser hesabê xwe yê Twitterê mirina Amînî ragihand.Gelek lêkolînên Amînî li ser împeryalîzm-kolonyalîzm, Îslama siyasî û tevgerên civakî hene. Samîr Amîn yek ji wan kesan bû ku îmze avêtibû bin belavoka Akademisyenên Aştîxwaz.

Di nava milîtaniyê de xwend

Samîr Amînî sala 1931´ê li paytexta Misrê Qahîreyê ji dayik bû. Dema zarok û ciwan bû, li Port Saîdê ma. Ji sala 1947´an û pê ve perwerdeya xwe li Parîsê dewam kir.

Sala 1952´yan dîplomaya xwe ya Zanista Siyasetê, sala 1956´an ya Statîstîkê û piştî salekê jî ya Ekonomiyê wergirt. Sala 1990´î biyografiya wî hat weşandin û di wê de ji bo salên zanîngehê dibêje, “Di nava çalakiyên milîtanî de derbas bû, ji bo ezmûnan ez gelekî kêm dixebitîm.”

Piştî barkirina li Parîsê, beşdarî Partiya Komunîst a Fransayê bû. Tevlî xwendekarên din kovara bi navê Étudiants Anticolonialistes çap kir. Sala 1957´an ew teza xwe teslîm kir ku behsa mekanîzmaya kapîtalîzma li welatên hindik bipêşketine dike.

Piştî qedandina wî ya vê tezê, vegeriya Qahîreyê. Sê salan li Înstîtuya Rêveberiya Ekonomîk a hikûmetê kar kir. Piştî wê bi sê salan jî li Maiyê li Wezareta Plandanînê xebitî. Paşê li Dakar û Parîsê ders dan. Li Înstîtuya Plandanîn û Geşepêdana Aboriya Efrîkayê ya Neteweyên Yekbûyî (IDEP) de kar kir.

Sala 1980´yî bû Serokê Forûma Cîhanê ya Sêyem a li Dakarê.Sala 1988´an pirtûka wî ya bi navê “Navendparêziya Ewrûpayê” hat çapkirin û di rojevê de cihekî girîng girt.  NAVENDA NÛÇEYAN