Qeşa li fezayê dibe ku hingiv xwe berde û weke şampanyayê kef pê bike. Ev gotin bi mirovan xerîb bin jî, ya derketî holê ew e ku radyasyon dikare bike ku qeşa mîna rohn be biherike. Erê ev rewşek e ku bikêra pêkhatina molekulên organîk dike û elaqeya vê dikare bi pêkhatina jiyana oirganîk re jî hebe.
Shogo Tachibana ji Zanîngeha Hokkaido li bajarê Japonyayê Sapporoyê av, metanol û amonya bi hev re kombîne kirin. Ev made hemû di kometan de hene û germahiya wan jî di navbera ‒263° C û ‒258° C de ye. Vê koma zanyaran ev kombînasyona da ber radyasyona ji morê û wêde (ultraviolet) da ku bi zarê rohniya stêrkên nû pêk hatî bikin.
Dema ku qeşa heta bi ‒213° C tê germkirin, weke tiştekî hişk bişike, diderize. Lê dema 5 pileyên din tê germkirin, peqpeqonk û kef xwe dide der û dema germahî digihîje ‒123° C kefa wê difûre. Hingê qeşa dîsa li rewşeke hişk û saxlem vegeriya û krîstal pêk anîn.
Qeşaya diherike û jiyana organîk
Tachibana dibêje, “Em ew qasî metel man dema ku me pêşî dît peqpeqonk di pileyên gelekî kêm de di nava qeşayê de pêk tên.”
Di ezmûnên paşê de ji ber ku etanol û amonya kêmtir bû, peqpeqonk kêmtir bûn, û dema radyasyon nebû jî hîç peqpeqonk û kef pêk nehatin.
Analîzan îşaret bi bermahiyên gaza hîdrojenê di dema pêkhatina peqpeqonkan de dikin û ev jî dihîle ku em qebûl bikin ku peqpeqong bi gaza hîdrojenê ya dema radyasyonê dike ku molekulên gaza metanol û amonyayê ji hev parçe bibin, derdikeve holê; Tachibana ji bo vê dibêje, „Ev weke peqpeqonkên di nava şampanyayê de ne.” Tachibana li gortinên xwe zêde dike û dibîje, qeşaya radyasyonkirî di navbera ‒185° C û ‒161° C de weke hingivê cemidandî tevdigere, tevî ku gelekî di bin germahiya heliyana xwe de ye jî.
RNA li fezayê û di kometan de
Ha ev herikîn dibe ku kîmyaya jiyanê dide destpêkirin, bide destpêkirin. Sala 2016´an, Cornelia Meinert ji Zanîngeha Nice Sophia Antipolis li Franseyê û hevalên wê nîşan dan ku qeşaya radyasyonkirî molekulên bi rengî hunî ava kirine, ku ji bo jiyanê heyatî ne; di nava van molekulan de ribose jî heye ku ji bo pêkhatina RNA´yê esas e û muhtemelen pêşiya DNA´yê ye.
Meinert dibêje, “Niha ev ji me re alîkar e ku em bibêjin, di vê sermaya dijwar de ev molekulên pêşî dikarîn bi hev re bikevin reaksiyonê. Ev jî pişta wê fikrê digire ku ev molekulên organîk dikarin di nava qeşayê de pêk werin û mumkin e ku di kometan de jî hebin.”
NAVENDA NÛÇEYAN