Di nivîsa bi navê Ozan Kose de belavkirî, RSF bi bîr dixe ku hesabê 40 rojnamevanekî li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya li dijî darbekaran a 15´ê Tîrmehê hatine binçavkirin, gelek rojnamevaên girtî û  8´ên mehkûm.

Zextên li dijî çapemeniya Kurd jî tên bibîrxistin û tê gotin, hesabên medyaya civakî yên Ozgur Gundem, DÎHA û yên mayî jî ketine ber biryara dadgerekî Enqerê ya li ser girtina hesabên twitterê yên rojname û rojnamevanan.

Bi ser de jî hesabê Twitterê yê nûnerê Rêxistina Efûya Navneteweyî yî Tirkiyeyê Andrew Gardner jî ketiye ber vê biryarê ku Gardner wê weke biryareke “ehmeqane, lê cidî”. bi nav dike. Bi her halî Tirkiyeya ku di rêza azadiya çapemeniyê ya RSF´ê de di nava 180 welatî de di rêza 151´ê de ye, di warê rojnamevanên girtî de şampiyon e li gorî vê metn û daxuyaniyên giştî li ser Tirkiyeyê yên RSF´ê. 


 PARIS