Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê 3 gol avêtin tîma Ceremana ya Şamê û bû şampiyona Sûrî. Musabeqeya şampiyoniya Lîga Futbola Jinan doh li Şamê hat lîstin.

Fotbolvana Tîma Amûdê, Semir Şêx Bekir di deqîqeyên 5 û 25´an de 2 gol avêtin û fitbolvaneke wê ya din, Mîrenda Deham jî di deqîeya 27´an de golek avêt.

Semir Şêx Bekir wekî din di lîgê de bi avêtina 13 golan bû golkera herî baş a jinan. Tîma Amûdê di lîgê de di 7 lîstikan de bi ser ket û 3 lîstikan de jî wekhev ma.

 

AMÛDÊ