Weqfa Jinan a Kantona Kobanê dewreya yekemîn a bi navê Dewreya Şehîd Lêgerîn a Akademiya Tenduristiyê ya Rojava bi şahiyekê bi dawî kir.

Dewreya tenduristiyê 6 mehan bi beşdariya 24 endaman dewam kir. Şahiya bidawîkirinê li Hola Fûrat a bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi sedan endamên sazî û dezgehên Kobanê hate lidarxistin. Di şahiyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê, Peyman Aydin bidawîkirina perwerdeyê li hemû beşdaran pîroz kir û got: "Ji her dewreyeke ku em vedikin, armanca me ew e ku em xwe bi xwe bi rê ve bibin."

Her wiha bi navê bijîşkên Kobanê, Hikmet Ehmed got, "Cara yekê ye ku Akademiya Tenduristiyê perwerdeyekê li bajarê Kobanê bi rengekî fermî piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê vedike, lê belê bi alîkariya jinan me karîbû di akademiyeke wekî vê akademiyê de şagirtan perwerde bikin."

Rêvebera Akademiya Tenduristiyê Nalîn Mihemed jî axivî û got, "Em wek jin piştî ew qas ked bi îradeyeke mezin, me ev akademî ji bo gelê xwe vekir. Bidawîkirina dewreya yekemîn li serok Apo û hemû şehîdan pîroz dikin."

 

ANHA / KOBANÊ