Hemleya Xezeba Firatê ku di 5’ê Mijdara 2016’an de bi armanca rizgarkirina herêma Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, berdewam dike. 6 meh û nîv e hemle didome, lê heyecana wê qet kêm nebûye û ji rêza yekem a rojeva herêmê û cîhanê daneketiye. Li gelek aliyên cîhanê rewşên awarte û şer hene. Di rojên destpêkê de dibin rojeva hemû raya giştî, lê piştre dikevin nava xalên dawî yên rojevê.

Xezeba Firatê bi taybet van rojên dawî rojeva sereka ya hêzên dijber û alîgir e. Herî dawiyê Serokomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan bi hemû rayedarên payebilind ên dewletê re, bi rojeva taybet çû Amerîkayê û hevdîtin pêk anîn. Dema meşandina hemleyê û erdnîgariya ku lê tê meşandin li ber çavan tê girtin, hinek xalên girîng derdikevin pêş. Aliyê şer ji xwe rojan e tê dayîn. Lewre em dixwazin balê bikişînin ser çend aliyên ku germahiya hemleyê zindî dihêlin.

Serdemeke nû vedike

Çawa ku di dîrokê de bûyer û qewimînên herîkîna dîrokê diguherin çêbûne, mirov dikare Hemleya Xezeba Firatê jî wekî yek ji van qemiwînan pênase bike. Tejaneya (Korta, hewze, derdor) Firatê wekî yek ji çavkaniyên civakîbûnê tê zanîn. Gir û şikeftên li derdora Tişrîn, Til Ehmer, Til Ibrê, Gir Gamêş, Şêxler, Keleha Necim, Keleha Caber çend mînak in. Gelek şaristaniyên wekî Sumerî, Hurî, Mitanî, Asur, Med, Makedonî, Pers, Roma, Ereb, Osmanî serwer bûne. Makedonî ji van herêman derbasî Rojhilata Navîn û Asyayê bûn, Osmaniyan ji vir xaka ereban dagir kir. Her serdemekê taybetmendiyên xwe hene. Lê tişta balkêş ew e ku ji ber vê herikbariyê gelek netew, bawerî û çandê cuda li vir bicîh bûne. Her hêzeke serwer bûye jî, xwestiye yek rengî ava bike.

Reqa jî wergeheke wiha girîng e ku li ser Çemê Firatê hatiye avakirin. Bajar bakerê navîn ê Suriyeyê hatiye avakirin. Ji aliyê rojhilat-rojava û bakûr û başûr ve li ser rêyên bazirganiyê ye, lewma xwedî cihekî girîng e. 160 kîlometre dikeve rojhilatê Helebê, 110 kîlometre dikeve başûrê Kobanê, 162 kîlometre jî dikeve rojavayê Hesekê. Li gorî serjimariya sala 2010’an hejmara kesên li navenda bajar derdora 220 hezar, li gel 3 navçe û gundên girêdayî wê jî 919 hezar kes lê jiyan dikin. Li herêmê piranî çandinî tê kirin, lê sewalvanî jî heye. Dîsa bendava herî mezin a ceyranê û gola avdanê li navçeya wê ya Tebqayê ye. Di encam hatin û çûnên dîrokê de, Kurd, Ereb, Turkmen, Çeçen lê bi cîh bûne.

Beriya Îslamiyetê navê bajar Kallînîkos bûye, lê dema ji Xiristiyanan hat girtin, navê wê wekî Reqa hat guhertin. Di dema Ebbasiyan de (Dema Harun Reşîd) wekî paytext hatiye bikaranîn. Osmaniyan jî wekî navenda Begîtiyekê (Begîtiya Reqayê) ku ji 6 herêman pêk dihat, bikar aniye. Her serdemekê li gorî berjewendiyan guhertinên demografîk çêbûne.

Hindik maye Reqa ronî bibe

Çeteyên DAIŞ’ê jî dema di sala 2014’an de ev herêm dagir kirin, hemû cudahiyên din tune hesibandin. Reqa ji xwe re kirin navend û wekî rengê xwe, tarîtiyek ava kir. Tirs û xofa xwe xistin dilê hemû kesî. Di rewşek wiha de, hêzên YPG/YPJ, QSD’ê bi rengekî tu hêzan cesaret nedikir, hemleyên dîrokî li dijî DAIŞ’ê dan destpêkirin.

Di demeke ku êrîş û hesabên Tirkiye, PDK, Îran, Rusya û rejîmê li ser Girê Sipî, Şehba û Şengalê dijwar bûn de, hemleya herî girîng, ango Hemleya Xezeba Firatê hat destpêkirin.

5 hezar kîlometre çargoşe, 500 gund û gundik

Ji aliyê rojhilat, bakûr û rojavayê Reqayê ve qadeke derdora 5 hezar kîlometre çargoşe ji çeteyan hat paqijkirin. Navçeya Tebqa, Bendava Firatê, 500 gund û gundik hatin rizgarkirin. Di vê erdnîgariyê de bi dehan noqteyên stratejîk, cihên dîrokî, kargehên çîmento, pembo û embarên genim jî hene.

Di rewşa niha de hemû derdora Reqayê hatiye paqijkirin û bajar hatiye dorpêçkirin. Bi gotineke din, dawiya serdemeke tarî nêzîk bûye. Xofa çeteyan hat şikandin, hêviyek nû ji bo gelan hat avakirin. Dikare bê gotin ku serdemeke nû ya ku hemû reng û deng tê de hene tê destpêkirin. Nexasim ji hemû netew û baweriyan pêl bi pêl mirov xwe dispêrin herêmên rizgarkirî. Li cihên rizgarkirî jî şanaziyek û avakirina nû heye. Em ê di rêzenivîsa çavdêriya xwe de cîh bidin van xalan jî.

137 Êzidî hatin rizgarkirin.

Di heman demê de ji bo Êzîdiyan e 

Aliyekî din ê vê hemleyê ku divê bi taybetî bê dîtin heye. Ew jî yek ji sedemên destpêkirina hemleyê rizgarkirina jinên Êzidî ye. Nexasim dema hemle hat îlankirin di nava armancan de tolhildana jinên Êzidî hatibû vegotin. Wekî tê zanîn çeteyan Reqa veguherandibû bazara jinan û bi taybetî jinên Êzidî li vir bi her cure pêkanînên dijmirovahiyê rû bi rû man. Lewma di vê hemleyê de li aliyekê şerê bi çeteyan û rizgarkirina herêmê didome, li aliyê din xebatek taybet a ji bo rizgarkirina jinên Êzidî jî tê meşandin. Heta niha 137 Êzidî ku di nav de bi dehan jin û zarokên Êzidî hene bi operasyonên taybet ên YPJ`ê hatine rizgarkirin. Jin û zarokên hatine rizgarkirin, piştre radestî malbat û xizmên wan hatine kirin.

Taybetmendiyeke din jî ew bû ku cara yekem şervanên QSD’ê, bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ji hewa de daketin herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de. Bi vî rengî baskek nû di hemleyê de hat vekirin û ji aliyê Rojavayê Tebqayê ve hêza çeteyan hat qutkirin, bendav û Reqa ji aliyê rojava ve jî hat dorpêçkirin. Bi vê yekê re rêya hewldanên Tirkiye, Rusya û rejîmê ku dixwestin biçin Tebqayê jî hat girtin. 


ANHA/REQA