Serokê Verso Il Kurdistan Associazione Antonio Olivieri li vir axivî û got; “Em bi armanca serdana kantonên azad ên Rojava hatin, lê destûr nehat dayîn em derbas bibin. Me jî li vir serdana penaber, pêkhateyên civaka sivîl û sefaretxaneya Îtalî ya li Hewlêrê kir. Hemû dinya behsa astengiyên Tirkiye ji bo alîkariyên hêzên Çep ên Înteryonalîst dike ku dixwazin bigehînin Rojava, dike. Tişta em şaşmayî hiştîn ew bû ku Kurdên di bin rêveberiya Başûrê Kurdistanê de jî xwedî heman nêzikatiyên Tirkiyê bûn.”


 ‘Divê ambargoya li ser Rojava bê rakirin’

Olîvierî xwest ambargoya li dijî Rojava rabe û alîkarî bigihêjin têkoşîna wê û wiha dewam kir; “Armanca me ya hatina vir, rakirina ambargoya li ser Rojava û ne tenê ji bo me, ji bo hemû alîkariyên kesên din berdewam bigihêjin Rojava bû. Ev ambargo wê bi têkoşîna her kesî bê şikandin.”

 

Ambargoya AKP û PDK 

Ji Fermandarên HPG’ê Cemal Andok jî got; “Em bi hatina şandê kêfxweş in. Hişyariya derdorên sosyalist û demokrat a li hemberî bûyerên li Rojhilata Navîn ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ev nêzikatî û helwesta PDK’ê me pir xemgîn dike. Lê li aliyê din PDK bi rastiya heye dizane, polîtikayên dişopîne tên zanîn. Di nava nêzikatiyekê de ye ku berjewendiyên Kurd naecibîne, asteng dike û bi tenê berjewendiyên xwe dide pêş. Îro Rojava di nava dorpêçekê de ye. Li Bakur dewleta Tirk û AKP, li Başûr jî PDK vê dorpêçê pêk tînin.”


‘Şoreşa li Kurdistanê her roja diçe mezin dibe’

Lucîa Grustî diyar kir ku şoreşa bi pêşengiya jinê bi pêş dikeve, îro ji bo sîstema emperyalîst bûye alternatif û got, “Bi salan e ez têm gelek herêmên Kurdistanê. Şoreşa li Kurdistanê her roja diçe mezin dibe. Her cara em tên, em vê dibînin û dijîn. Em ji bo gelê Kurd û Kurdistanê xebatan dimeşînin. Ez weke jinek ji hebûna xwe ya li vir kêfxweş im. Lewma li ti cihên dinyayê yên din hûn mîna gerîlayên PKK’ê yên bi pêşengiya jinê welatê xwe, axa xwe, civak û xwezayê diparêzin, gerîlayên din nabînin, dîtina vê jî cihê kêfxweşiyê ye.”

Şande hefteya bihurî tevî ku tevahiya belgeyên wê temam bûn, hat astengkirin û rayedarên PYD´ê nehiştin şande derbasî Rojava bibe û ew ji deriyê sînor ê Sêmalkanê paşde vegerand. Şande li ser vê yekê li ber Parlamena Herêma Kurdistanê daxuyanî da û hikûmet protesto kir.


AZAD SERXWEBUN/ROJNEWS/KERKÛK